Li Amedê polîsan bi ser gelek malan de girtine û rojnameger Kadrî Esen, xwediyê îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê û Alî Koçer jî di nav de gelek kes desteserkirine.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê daye destpêkirin de di saetên serê sibê de bi awayekî hewwext bi ser gelek malan de girtine û rojnameger jî di nav de gelek kes desteserkirin e.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê lêpirsîn bi hêceta Newrozê hatiye destpêkirin û rojnameger jî de nav de bi giştî 66 kes hatine desteserkirin. Hatiye zanîn ku ji bo Newrozê derbarê 105 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Her weha li gorî zanyariyan kesên navborî bi sedema “propagandaya rêxistinê” û “pêşî li kirina karên cemaweriyê girtine” hatine desteserkirin.
Di nav kesên hatine desteserkirin de Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnamevan Alî Koçer jî hene. Kesên hatine desteserkirin birine Miduriyeta Polîsan a Amedê.
Navên 57 kesên hatine desteserkirin wiha ne:
“Abdulvasîh Çelîk, Arzu Oruç, Bahar Avci, Bunyamîn Yilmaz, Cîhat Turkekul, Davut Kurt, Delal Aslan, Denîz Aksîn, Dîlara Donmuş, Dogan Tarhan, Ethem Tokak, Faruk Azarkan , Ferhat Dîrî, Haliya Çelîkkiliç, Hamza Aktaş, Hasan Çelîk, Huseyîn Çapli, Îbrahîm Polat, Înanç Mutlu, Kadrî Esen, Kemal Guzel, Kerem Uçak, Kudret Varli, Leyla Çakil, Leyla Ersoz, Leyla Varli, Mehmet Alî Yuce, Mehmet Çadirci, Mehmet Ekîncî, Mehmet Kiliç, Mehmet Şaban Karakaş, Mehmet Şah Pinar, Mehmet Yilmaz, Mîr Alî Koçer, Mehmet Furkan Çankara, Mûrat Çetîn, Mûrat Kiliç, Mûstafa Adanir, Naşîde Polat, Nûjiyan Baysal, Orhan Ekîn, Ramazan Îz, Ramazan Ozgezîcî, Rozalîn Acar, Serdal Karataş, Serhad Şan, Sevîm Kahramaner, Suleyman Can, Şahîn Guzel, Şivan Ayazgul, Yakup Serhat, Yildiz Okta, Ulaş Yarar, Yilmaz Yavuz û Yunus Yunca.”(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê