TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
rojnameger
Rûpela 7
Li Herêma Kurdistanê xwepêşandan dewam dikin
Xwepêşandanên ku di 6ê Kanûna Pêşiyê de destpê kirin, li çend navçeyên Silêmaniyê dewam dikin. Rojnameger Rêbaz Mecîd derbarê çalakvanan de wiha got: "Ew bi xwe ne meaşxwir in. Ne fermanber in. Zarokên fermanberan e ku 6 meh in meaş negirtine."
9 Kanûn 2020
Ferid Demirel
Allan Kavalî li Fransayê mezintirîn Xelata Rojnamegeriyê standiye
Allan Kaval, rojnamegerê kurd li Fransayê hêjayî mezintirîn Xelata rojnamegeriyê hatiye dîtin. Kaval di dema şerê Qarabaxê de birîndar bûbû.
7 Kanûn 2020
Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnameger Muftuoglûyê birîye
Dîcle Muftuoglû, Hevseroka DFGê û edîtora Ajansa Mezopotamyayê ji ber ku wêneyek di hesabê xwe yê medya civakî de belav kiriye bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê hepsê lê hatiye birîn.
2 Kanûn 2020
IPI: Li Tirkiyeyê zext û zor li ser rojnamegeran heye
Rêxistinên çapemeniyê yên navnetewî derbarê rewşa rojnamegeriya li Tirkiyeyê de raporek amade kirine û gotine ku “Di sala 2917an de 170 rojnameger girtî bûn. Îro 77 rojnameger li piş deriyên girtîgihan in. Digel vê pêşketinê, Tirkiye li cîhanê yek ji girtîgehên mezin ên rojnamegeran e.”
2 Kanûn 2020
18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Oztekînî hatiye birin
Dadgehê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Welat Oztekîn, xwebatkarê berê yê rojnameya Azadiya Welat biriye.
30 Mijdar 2020
Rojnameger Azîz Orûç piştî 334 rojan tehlîye bûye
Rojnameger Azîz Orûç di 3yem danişîna doza xwe de tehlîye bûye. Piştî ku Îranê ew dersînor kiriye li Bazîdê hatiye girtin û 11 mehe di girtîgehê de ye.
9 Mijdar 2020
Rojnameger Robert Fîsk koça dawî kiriye
Rojnameger Rober Fîsk li Dûblînê, paytexta Îrlandayê di 74 saliya xwe de koça dawî kiriye.
2 Mijdar 2020
Ji ber wêneya Kobanê doz li rojnamegerî hatiye vekirin
Bûrhan Ekîncî, nivîskar û rojnameger ji ber wênaya ku li sînorê Kobanê kişandiye û gotinê Abdullah Ocalanî belav kiriye doz lê hatiye vekirin.
29 Cotmeh 2020
Ji ber tweetekê, dadgehê sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Temîzkanê biriye
Dadgehê ji ber tweeta wê ya 6 sal berê avêtiye, sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sabîha Temîzkanê biriye.
22 Cotmeh 2020
Rojnameger Cemîl Ûgûr: Yê ku hatiye girtin rojnamegerî ye
Cemîl Ûgûr, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê ji girtîgehê nameyek nivîşandiye û şandiye. Ugûrî wiha gotiye: “Yê ku hatiye girtin rojnamegerî ye. Heke em ji nedîtî ve bihatana em ê nehatina girtin lê me yê rojnamegerî jî nekira. Em li gorî pîvanên pîşeya xwe xebitîn.”
22 Cotmeh 2020
Li Yûnanistanê 4 rojnameger hatine desteserkirin
Rojnamegerên Almanî yên ku li Girava Sîsama Yunanistanê derbarê penaberan de belgefîlm amade kirine, heta 8 saetan desteserkirî mane. RSFyê bang li dezgehên Yunanistanê kiriye û jê xwestiye, demildest dawî li binpêkirinên bi vî rengî yên li dijî rojnamegeran bîne.
21 Cotmeh 2020
Rojnameger Sertaç Kayarî beraet kiriye
Rojnameger Sertaç Kayarê ku ji ber li Amedê daxuyaniyên çapemeniyê û xwenîşandan dişopand doz lê hatibû vekirin û bi tohmeta ku “rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye” dihate dadgehkirin, beraet kiriye.
9 Cotmeh 2020
Di meha Îlonê de 55 rojnameger hatine dadgehkirin
Bariş Yarkadaşî “Di Medyayê de Rapora Binpêkirinên Mafan” aşkere kiriye. Rojnameger li şûna biçin karî sibehê diçin edliyeyan û li wir îfadeyên xwe didin.
30 Îlon 2020
Li Amedê 14 kes hatine desteserkirin
Rojnameger Hakki Boltan vê sibehê li Amedê hatiye desteserkirin. Polîsan serê sibehê bi ser mala Boltanî de girtine û ew desteser kirine. Polîsan bi ser malan de girtiye û 14 kes desteser kirine.
30 Îlon 2020
EFJyê xwestiye ku Belarûs 15 rojnamegerên girtî azad bike
Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ), daxwaz ji Belarûsê kiriye ku 15 rojnamegerên girtî azad bike.
29 Îlon 2020
Andre Vltchek, rojnamegerê Amerîkî mirî hatiye dîtin
Andre Vltchek, rojnamegerê Amerîkî li Karakoyê di hundirê wesayîtê de mirî hatiye dîtin. Serdozgeriya Komarî a Stenbolê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
22 Îlon 2020
Îranê 3 sal cezayê girtîgehê daye rojnamegerê 72 salî
Îranê ji ber ku xwepêşandanê 1ê Gulanê şopandiye 3 sal cezayê girtîgehê daye Keywan Samîmî, Rêvebirê Karûbarên Nivîsan ê Kovara Îran-î Ferdayê û ceza wî destpêkiriye. Kovara Îran-î Ferda li Îranê weke kovareke nêzikî reformîstan tê zanîn.
25 Tebax 2020
Li Bûrsayê êrîşî rojnamegerekî kirine
Xizmên Ali Ozkan, Şaredarê AKPyî, êrîşî Şaban Onen, Xwediyê Rojnameya Karacabey Yoremê kirine.
21 Tebax 2020
Rojnameger Varlik Ozmenekî koça dawî kiriye
Rojnameger Varlik Ozmenekî, di 77 saliya xwe de çûye ber dilovaniya xwe. Ozmenek ev demeke ji ber nexweşiyê dihate dermankirin.
20 Tebax 2020
RAPORA BARIŞ YARKADAŞÎ
Di meha Tîrmehê de rojê 2 rojnameger hatine dadgehkirin
Bariş Yarkadaşî daneyên meha Tîrmehê yên “Rapora Binpêkirinên Mafan Li Medyayê” aşkere kirine. Yarkadaşî gotiye “Rojnameger di vê cejnê de jî dilşikestî bûn. Lewre bi dehan hempîşeyên wan di girtîgehan de ne.”
31 Tîrmeh 2020
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgehê daxwaza berdana rojnamegeran qebûl nekiriye
Parêzerên rojnameger Bariş Pehlîvan, Mûrat Agirel û Hulya Kilinçê ji bo miwekîlên wan werin berdan serî li dadgehê dabûn. Dadgehê daxwaza berdana rojnamegeran qebûl nekiriye û serokê dadgehê ji derveyê lijneya dadgehê ji bo rojnameger bê berdan deng daye.
28 Tîrmeh 2020
Dadgehê 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Deniz Yucelî biriye
Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” dadgehê 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Deniz Yucel, nûnerê berê yê Die Weltê yê Tirkiyeyê biriye. Dadgeha Destûrî par gotibû ku bi girtina wî re mafê wî yê azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê hatine binpêkirin.
16 Tîrmeh 2020
Press Emblem Campaign: Li cîhanê 186 rojnameger ji ber Covid-19ê mirine
Li gorî raporeke Press Emblem Campaignê (PEC) ya ku navenda wê li Cenêvê ye, ji serê Adarê û vir ve li 35 welatan herî kêm 186 rojnameger ji ber Covid-19ê mirine.
2 Tîrmeh 2020
Lêpirsînname ji bo nivîskar Ragip Zarakolûyî hatiye amadekirin
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber nivîsa wî ya bi navê “Hûn nikarin ji ber qedera serobino baz bidin” lêpirsînname ji bo rojnameger û nivîskar Ragip Zarakoluyî amade kiriye.
8 Gulan 2020
Rojnameger Hakan Aygun tehliye bûye
3yem Dadgeha Cezayan a Asliyeyê ya Bodrûmê biryara tehliyeyê ji bo rojnameger Hakan Aygunî daye.
6 Gulan 2020
Kesên hêjayî Xelatên Pulitzerî hatine dîtin, aşkere bûne
Kesên ku nûçeyên derbarê reforman û lêpirsînan de çêkirine hêjayî Xelatên Pulitzerî hatine dîtin. Yek ji rûmetirîn xelat rojnamegeriyê ye Xelatên Pulîtzerî û ji 1917ê û vir ve tên dayîn.
5 Gulan 2020
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Nivîskar û rojnamegerên Ermen ên ku di sala 1915ê de hatine kuştin
Em wan rojnameger û nivîskarên ermen bibîr tînin ku di 24ê Nîsana 1915ê ji malên wan, ji dezgehên ku lê kar dikirin ew derxistin û bi rê de hatin kuştin an jî can dan.
24 Nîsan 2020
Pêşnûmeqanûna Înfazê li Parlamentoyê hatiye qebûlkirin
Pêşnûmeqanûna înfazê bi 279 dengên “erê” li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin. Tenê 51 dengên “na” hatine bikaranîn. Komên AKP û MHPyê bi hev re pêşnûme amade kiribûn.
14 Nîsan 2020
HIQÛQNASÊN JI BO DEMOKRASIYÊ
“Rojnameger wê ji mafya û tecawizkaran bêhtir di girtîgehan de bimînin”
Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê daxuyaniyek weşandine û gotine: "Heke ku ev qanûn bi vî awayî bê qebûlkirin, rojnameger, parêzer, nvîskar, wê ji îşkencekaran, tecawizkaran, bêhtir di girtîgehan de bimînin."
10 Nîsan 2020
Biryara tehliyeyê ji bo rojnameger Alptekîn Dûrsûnoglûyî hatiye dayîn
Dadgehê biryara tehliyeya Alptekîn Dûrsûnoglû, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Yakin Dogû Haberê daye ku bi tohmeta “pesnê sûcî û sûcdaran daye” 50 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Dadgehê 1000 TL cezayê pereyan lê biriye.
16 Adar 2020
Te hay ji rojnamegerên girtî heye!
Komeke rojnameger di bin navê înîsiyatîfa ‘Haberin Var Mı’ (Te hay jê heye) de kom bûne û ji bo bale bikişînin ser rojnamegerên girtî, li ser Twitterê dest bi kampanyayekê kirine.
16 Adar 2020
Rojnameger Çelîk, Keser û Agirel hatine girtin
Mehmet Ferhat Çelîk, rojnameger û Rêvebirê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê û Aydin Keser, Rêvebirê Karên Nivîsan li ser îtîraza dozgerî hatine girtin. Nivîskarê rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel jî bi heman sedemê hatiye girtin.
9 Adar 2020
1
...
5
6
7
8
9
...
13
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver