Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Andre Vltchek, rojnamegerê Amerîkî û Rossie İndira Vltchek hevjîna wî di saetên sibê de bi ajokarê taybet û wesayîta kirê kirî ji bajarê Samsûnê hatine otêla ku wê lê biman ya Karakoyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê dema ku têne pêş otele Rossie İndira Vltchek dibîne ku hevjînê wê Andre Vltchekî hereket nake û xeberê dide ekîbên tenduristiyê.
Ekîbên tenduristiyê hatine cîhê bûyere û tespit dikin ku Vltchekî miriye. Piştî lêkolînên ku li cîhê bûyerê hatine kirin, terme Vltchekî ji bo otopsîyê dibine Sazîya Tipa Edlî.
Serdozgeriya Komarî a Stenbolê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Derbarê Andre Vltchekî de
Li SSCByê hatiye dine. Rojnameger, derhêner û şîrovekarekî siyasî yê Amerîkayê ye. Li Lenîngradê ji dayîk bûye piştre bûye hemwelatiyê Amerîkayê. Li DYA, Şîlî, Perû, Meksîka, Vîetnam, Samoa û Endonezyayê jiyaye. 57 salî bû. (EMK/AY/FD)