Rojnameger Çelîk, Keser û Agirel hatine girtin
Mehmet Ferhat Çelîk, rojnameger û Rêvebirê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê û Aydin Keser, Rêvebirê Karên Nivîsan li ser îtîraza dozgerî hatine girtin. Nivîskarê rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel jî bi heman sedemê hatiye girtin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Ferhat Çelik, rojnameger û Berpirsê Weşanê yê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê û Aydin Keser, Rêvebirê Karên Nivîsan, ji ber ku nûçeyên mirina leşkeran a li Lîbyayê di rojnameyê de weşandine, du roj berê li edliyeyê îfade dabûn û serbest mabûn.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopatamyayê li ser îtîraza dozgerî, Çelîk û Keser duh (8ê Adarê) dîsa hatine desteserkirin û ew birine midûrîyeta polîsan. Piştî îfadeyên wan stendine, sewqî 5em Dadgeha Cezayê Sulhê kirine. Herweha heyeta dadgehê derbarê Çelîkî û Aydinî da biryara girtinê daye.
Di heman demê de Mûrat Agirel, nivîskarê rojnameya Yenîçagê jî ji ber heman sedemê hatiye girtin. (AS/HA/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.