Rojnameger Azîz Orûç piştî 334 rojan tehlîye bûye
Rojnameger Azîz Orûç di 3yem danişîna doza xwe de tehlîye bûye. Piştî ku Îranê ew dersînor kiriye li Bazîdê hatiye girtin û 11 mehe di girtîgehê de ye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Îranê rojnameger Azîz Orûçî dersînor kiriye, li sînorê Tirkiyeyê li Bazîda Agiriyê hatiye girtin. Orûçî bi sûcê “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” dihat dadgehkirin. Rojnameger Orûçî îro di sêyem danişîna doza xwe de tehliye bûye.
Danişîna Orûçî îro li 2em Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê pêkhatiye. Orûçî li Girtigeha Tîpa Lyê ya Patnosê bi Sîstema Dîmen û Dengî(SEGBİS) beşdarî danişînê bûye.
Dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara serbest berdana Orûçî daye û danişîn taloqî 16ê Nîsana 2021an kiriye.
Rojnameger Azîr Orûç 11 mehe di girtîgehê de ye.(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.