18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Oztekînî hatiye birin
Dadgehê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Welat Oztekîn, xwebatkarê berê yê rojnameya Azadiya Welat biriye.

Fotograf: MA
Li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 3em danişîna doza rojnameger Welat Oztekînî birêve çûye. Oztekîn di rojnameya Azadiya Welat de kar dikir ku ew rojname di encama Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji ber mesajên ku di salên 2015 û 2016an de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî nivîsandiye, Oztekîn bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kiriye” dihate dadgehkirin. Dadgehê sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Oztekînî biriye û ev ceza taloq kiriye. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.