Fotograf: Rojnameya Karacabey Yoremê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Karabeyê ya Bûrsayê duh saet li derdora 14.30 deqîqeyan êrîş birine ser Şaban Onen, Xwediyê Rojnameya Karacabey Yoremê. Êrîş li otoparka Xeraca Qemyonan a Şaredariyê pêk hatiye.
Serkan A. tevlî Batûhan E. û du kesên ku navên wan nediyar li otoparkê êrîşî Onenî kirine. Onen ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Karacabeyê hatiye veguhastin û li wir tê dermankirin. Rewşa Onenî baş e.
Li gorî ku rojnameya Karacabey Yoremê nivîsandiye Serkan A.yî gotiye ew xizmê Alî Ozkan, Şaredarê AKPyî ye û di dema êrîşê de gotiye, “Tu çawa dikarî li ser xalê min, yê şaredar e binivîsî.”
Onenî diyar kiriye ku wî kesî ji wî re gotiye “Xalê min fîtê mêran e” û wiha berdewam kiriye:
“Piştî vê êrîşa nemerdî û bikîndarî derb l imin dan. Di serî de yê Serkan A. ez ji êrîşkaran gilîdar im. Ji ber ku bûyer çûye ber destê hiqûqê ez naxwazim derbarê van 3-4 kesên xwenenas en xwe weke esnaf didin naskirin de tiştekî bibêjim. Di dema karê rojnamegeriyê de roj hat me ew nûçe çêkirin ku kêfa kesên hatine hilbijartin jê re nehat. Ji ber wê îlanên me yên mafên me bûn hatin birîn û em hatin cezakirin. Roj hat hin şelafan li ser hesabên medyaya civakî ji bo me gotin adî, derewkar û heqaret li me kirin.
“Kesên ku ji bo vê bûyera kirêt kêfê dikin bila bizanibin ku her çiqas îro bixwazin dengê me bidin qutkirin em ê bi feraseta nûçeyên rast, durist û biprensîp hê xurtir di nivîsandina rastiyan de berdewam bikin.”
Erol Onderoglû, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiyeyê û Orhan Efe, Serokê Giştî yê Yekîtiya Rojnamegerên Anadoluyê (AGB) êrişa li ser Şaban Onenî şermezar kirine. (HA/FD)