Saziyên zimanê kurdî bertek nîşanî êrişa li dijî kurdî ya li Bûrsayê dane
Saziyan têkildarî êrişa nijadperest ya li dibistaneke Bûrsayê li dijî kurdî daxûyanî dane û gotine, “Em vê êrişa faşîzan bi tundî şermezar dikin û bang û gazî li hemû kurdan û derdorên ku ji xwe re dibêjin mirov dikin ku li dijî her cureyê êrişên faşîzan û bişaftinê xwedî li zimanê kurdî derkevin”