Li Bûrsayê lehî rabûye, 5 kes mirine
Li Kestelê, navçeya Bûrsayê 5 kes di bin lehiyê de mane, ekîbên lêgerînê li kesekî/e winda diğerin.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh bi şev ji ber barana zêde li Kestelê, navçeya Bûrsayê lehî rabûye. Li gorî zanyariyan 5 kes bi ber ava lehiyê ketine.
Duh di saetên êvarê de lehiyê gelek wesayît û traktor bi ber avê ketine. Av li gelek malan û erdan rabûye.
Li gundê Dudakliyê Kader Akbabaya 24 salî ya kêmendan ji ber lehiyê di mala xwe de asê maye û miriye. Li gundê Kayacikê jî malbateke Çewligê ya 5 kesî, 4 kes winda bûne. Li gund cesede zarokeke keç a 5 salî hatiye dîtin. Paşê cesedê kesek din hatiye dîtin.
Li gor vê encamê cesede 5 kesan hatiye dîtin. Tîmên rizgarkirin û lêgerînê li kesekî/e dikin digerin ku winda ye.
Di vê navberê de piştî lehiyê, Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî çûye Bûrsayê. (TP/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.