Êrişî avahiya HDPê ya Inegolê kirine
Duh êvarê hin kesên nijadperest bi keviran êrişî Rêxistina HDPê ya Îneogola Bûrsayê kirine.

Duh êvarê saet di 02.00an de hi kesên nijadperest bi keviran êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Înegola Bûrsayê kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê HDPya Îngolê têkildarî bûyerê daxuyanî daye. Hevserok û rêveberên navçeyê tevlî daxuyaniyê bûne.
Hevseroka HDPa Înegolê Îpek Akmanê anîye ziman ku ew ê li dijî zordestî û çewisandinan li ber xwe bidin û gotiye ku bi ser ketine lê dîsa jî ditirsin.
Akman wiha axivîye: "Em bi vê êrişê şaş namena. Ma qey em tirsiyane? Na. Em bi vîna gel hatine. Heya em we neavêjin ser sergoyêd îrokê em ê bitêkoşin." (AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.