TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MEDYA
Rûpela 19
Xelatên Azadiya Çapemeniyê yê RSFyê hatine belavkirin
Xelatên Azadiya Çapemeniyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) yên 2020an hatine belavkirin.
9 Kanûn 2020
Li Hindistanê ji ber behsa gendeliyê kiriye, rojnamegerek kuştine
Li Hindistanê rojnameger Rakesh Singh, nûçegîhanê rojnameya Rashtriya Swaroopê kuştine. Singhî di nûçeyên xwe de behsa gendeliyên rêveberên herêmî kiriye.
9 Kanûn 2020
Dadgehekê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Ayşegul Doganê biriye
Dadgehekê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Ayşegul Doganê biriye. Dogan koordînatora programan a IMC TVyê bû bi KHKyê hatibû girtin.
8 Kanûn 2020
Allan Kavalî li Fransayê mezintirîn Xelata Rojnamegeriyê standiye
Allan Kaval, rojnamegerê kurd li Fransayê hêjayî mezintirîn Xelata rojnamegeriyê hatiye dîtin. Kaval di dema şerê Qarabaxê de birîndar bûbû.
7 Kanûn 2020
IPI: Li Tirkiyeyê zext û zor li ser rojnamegeran heye
Rêxistinên çapemeniyê yên navnetewî derbarê rewşa rojnamegeriya li Tirkiyeyê de raporek amade kirine û gotine ku “Di sala 2917an de 170 rojnameger girtî bûn. Îro 77 rojnameger li piş deriyên girtîgihan in. Digel vê pêşketinê, Tirkiye li cîhanê yek ji girtîgehên mezin ên rojnamegeran e.”
2 Kanûn 2020
“Doza KCKyê ya Çapemeniyê” taloq bûye
Dadgehê biryar daye ku dadgehkirin di 4ê Adara 2021an de berdewam bike.
1 Kanûn 2020
Rojnameger Hakan Yalçin serbest bûye
Hakan Yalçin, nûzegihanê Ajansa Mezopotamya û 8 kesên pê re hatibûn desteserkirin, serbest bûne. Nevroz Gulen, Endamê Meclisa Ciwanan a HDPyê hatiye girtin.
30 Mijdar 2020
18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Oztekînî hatiye birin
Dadgehê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Welat Oztekîn, xwebatkarê berê yê rojnameya Azadiya Welat biriye.
30 Mijdar 2020
Rojnameger Hakan Yalçin hatiye desteserkirin
Polîsan li Enqereyê bi ser mala Hakan Yalçin, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê de girtine û ew desteser kirine.
27 Mijdar 2020
Rojnameger Davût Ûçar serbest bûye
Rojnameger Davûç Ûçarê ku duh li Stenbolê tevlî komeke HDKyî, HDPyê û rêveberên saziyên civaka sivîl hatibûn desteserkirin, bi şertê kontrola edlî serbestbûye.
27 Mijdar 2020
Dadgeha Destûrî daxwaza berdana 4 rojnamegeran red kiriye
Dadgeha Desûra Bingehîn daxwaza berdana 4 rojnamegeran qebûl nekiriye ku ji ber nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê çêkiribûn, hatibûn girtin.
26 Mijdar 2020
DMMEyê gotiye mafê Ahmet Şikî hatiye binpêkirin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de gotiye ku di doza rojnameya Cumhuriyetê de mafên azadiya xweîfadekirinê, azadiya çapemeniyê û azadî û ewlehiya şexsî hatine binpêkirin. Cezayê pereyan li Tirkiyeyê birîn.
24 Mijdar 2020
Dîndar Karataş, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê hatiye desteserkirin
Dîndar Karataş, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê li Rêya Ermûşê navçeya Wanê hatiye desteserkirin.
24 Mijdar 2020
DMMEyê ji bo rojnameya Cumhuriyetê ceza daye Tirkiyeyê
DMMEyê girtina rêveber û nivîskarên kevn ên rojnameya Cumhuriyetê weke binpêkirina mafê xweîfadekirinê, yê azadî û ewlehiyê nirxandiye. Cezayê pereyan li Tirkiyeyê biriye.
10 Mijdar 2020
Rojnameger Muyesser Yildiz tehliye bûye
Muyesser Yildiz, Midûra Nûçeyan a Odatvyê ya Enqereyê piştî 155 rojan girtî maye tehliye bûye. Yildiz bi tohmeta sîxuriya leşkerî kiriye, hatibû girtin.
9 Mijdar 2020
Rojnameger Azîz Orûç piştî 334 rojan tehlîye bûye
Rojnameger Azîz Orûç di 3yem danişîna doza xwe de tehlîye bûye. Piştî ku Îranê ew dersînor kiriye li Bazîdê hatiye girtin û 11 mehe di girtîgehê de ye.
9 Mijdar 2020
Netflixê û Amazon Prîme Vîdeoyê ji RTUKê destûrname wergirtine
Ebûbekîr Şahîn, Serokê RTUKê aşkere kiriye ku Netflîxê û Amazon Prîme Vîdeoyê ji RTUKê destûrname wergirtine.
5 Mijdar 2020
Malperên ETHA, JinNews û Yeni Demokrasiyê hatine astengkirin
Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê malperên ETHA, JinNews û rojnameya Yeni Demokrasiyê asteng kiriye.
30 Cotmeh 2020
Ji ber wêneya Kobanê doz li rojnamegerî hatiye vekirin
Bûrhan Ekîncî, nivîskar û rojnameger ji ber wênaya ku li sînorê Kobanê kişandiye û gotinê Abdullah Ocalanî belav kiriye doz lê hatiye vekirin.
29 Cotmeh 2020
Hukumetê bi dijûnan bertek nîşanî kovara Charlîe Hebdoyî daye
Serokomariyê û hukumetê bertek nîşanî kovara Charlîe Hebdoyî dane ku kovarê di bergê de fotografa Erdoganî weşandiye. Serdar Çam, Cîgirê Wezîrê Çand û Geştyariyê bi fransî ji kovarê re dijûn daye.
28 Cotmeh 2020
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Di 8 mehan de 24 kes ji ber heqaret li Erdoganî kirine, hatine desteserkirin
Li gorî rapora xweîfadekirinê ya TİHVê di 8 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 24 kes bi îddaya “heqaret li Serokomarî kirîye” hatine desteserkirin. 3 kes bi heman îddayê hatine girtin û derbarê kesekî de jî lêpirsîn hatîye amadekirin.
26 Cotmeh 2020
JinNews cara 11emîne ku hatiye astengkirin
Saziya Teknolojiyên Zanistê û Ragihandinê (BTK) malpera JinNewsê ya bi navnîşana “jinnews8.xyz” asteng kiriye.
23 Cotmeh 2020
Di sê mehan de herî hindik 347 nûçe hatine sansurkirin
Li gorî raporê di 9 mehan de ceza li 29 rojnameger-weşanger-nivîskarî hatiye birîn. 20 rojnameger hatine girtin, lêpirsînname ji bo 57 rojnamegeran hatiye vekirin an jî doz li wan hatiye vekirin. 65 rojnameger hatine desteserkirin. Êrîş li 20 rojnamegeran hatiye kirin.
23 Cotmeh 2020
Ji ber tweetekê, dadgehê sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Temîzkanê biriye
Dadgehê ji ber tweeta wê ya 6 sal berê avêtiye, sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sabîha Temîzkanê biriye.
22 Cotmeh 2020
Rojnameger Cemîl Ûgûr: Yê ku hatiye girtin rojnamegerî ye
Cemîl Ûgûr, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê ji girtîgehê nameyek nivîşandiye û şandiye. Ugûrî wiha gotiye: “Yê ku hatiye girtin rojnamegerî ye. Heke em ji nedîtî ve bihatana em ê nehatina girtin lê me yê rojnamegerî jî nekira. Em li gorî pîvanên pîşeya xwe xebitîn.”
22 Cotmeh 2020
Li Yûnanistanê 4 rojnameger hatine desteserkirin
Rojnamegerên Almanî yên ku li Girava Sîsama Yunanistanê derbarê penaberan de belgefîlm amade kirine, heta 8 saetan desteserkirî mane. RSFyê bang li dezgehên Yunanistanê kiriye û jê xwestiye, demildest dawî li binpêkirinên bi vî rengî yên li dijî rojnamegeran bîne.
21 Cotmeh 2020
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dozgeriyê yadkirina Mahîr Çayanî û Qizildereyê weke sûc nirxandiye
Dozgeriyê, ji ber ku li ser medya civakî pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan, Veysel Guney û kesên ku di qetlîama Qizildereyê de can dane yad kiriye, derbarê Erhan Çelîk, rêvebirê Partiya Çep(SOL) a Denîzlîyê de ji salekê heta 5 salan cezaya girtîgehê xwestiye.
19 Cotmeh 2020
İtiraza ji bo astengkirina Yenî Yaşamê nehatiye qebûlkirin
İtiraza ku ji bo astengkirina malpera înternetê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ya bi navnîşana “www.yeniyasamgazetesi1.com”ê hatibû kirin, nehatiye qebûlkirin.
15 Cotmeh 2020
Rojnamegeriya “xwecîhî û neteweyî” ya dest danîna bi darê zorê, sansur û zîndanî kirin!
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya Biayê ya Tîrmeh – Tebax – Îlon 2020an dide xuyakirin ku li Tirkiyeyê êdî rojnameger ji ber ku Padîşah rexne dikin tên desteserkirin, kanalên televizyona bi heman hincetê bi maweya pênc rojan tên bêdeng kirin û bi taybetî tundkarî li dijî rojnamegerên herêmî çiqas berfirehtir dibe pê re jî bê ceza dimîne.
13 Cotmeh 2020
Erol Önderoğlu,Sinem Aydınlı,İdil Aydınoğlu
İtiraza ji bo astengkirina Ajansa Mezopotamyayê nehatiye qebûlkirin
Parêzerên Ajansa Mezopotamyayê ji bo astengkirina malpera înternetê a bi navnîşana www.mezopotamyaajansi22.com îtiraz kiribûn. 3yem Dadgeha Cezayî ya Sulhê a Dîlokê itiraza parêzeran nepejirandiye.
9 Cotmeh 2020
Rojnameger Sertaç Kayarî beraet kiriye
Rojnameger Sertaç Kayarê ku ji ber li Amedê daxuyaniyên çapemeniyê û xwenîşandan dişopand doz lê hatibû vekirin û bi tohmeta ku “rêxistin ava kiriye û bi rê ve biriye” dihate dadgehkirin, beraet kiriye.
9 Cotmeh 2020
Malpera Nupelê li Tirkiyeyê hatiye astengkirin
3yem Dadweriya Silh û Cezayî ya Amedê malpera Nupelê asteng kiriye.
8 Cotmeh 2020
1
...
17
18
19
20
21
...
28
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver