Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
112em danişîna doza kuştina Hrant Dink, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Karmendên dewletê di dozê de tên dadgehkirin.
Ali Fuat Yilmazer, Ercan Gun, Ramazan Akyurek û Muharrem Demirkale, bersûcên girtî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûn.
Dîsa Hamza Celepoglu û Tamer Bulent Demirelê ku ji ber hin sûcên din girtî ne, ji girtîgehên ku lê girtî ne beşdarî danişînê bûn.
Her weha Ali Oz, Hafi Şefik Şimşek, Adem Sariol û Emre Cingozê negirtî li salona dadgehê bûn û beşdarî danişînê bûn.
Danişîna dozê 10 deqîqeyan domand û dozger Muhammed Ikbal Anar, nêrîna xwe dubare kir ku duh pêşkêşî dadgehê kiribû. Akin Gurlek, Serokê heyeta dadgehê jî ji parêzerên aliyan pirsî ku derbarê nêrîna esasî ya dozgeriyê de wê tiştekî bibêjin an na.
Hakan Bakircioglu, parêzerê malbata Dinkî got ku doz çar salan domandiye û dosya gelekî berfireh e. Ji ber wê daxwaz kir ku bila dadgehkirin 2 an jî 2 meh û nîvên din pêk were.
Lê Akin Gurlek, Serokê Heyeta Dadgehê ev daxwaz qebûl nekir û biryar da ku dadgehkirin piştî du rojan ango di 17ê Kanûna Pêşiyê de pêk were.
Piştî du rojan wê parêzerên malbata Dinkî parastina xwe ya derbarê nêrîna esasî ya dozgerî bikin û 10 bersûcên ku heman parêzeran nîşan kirine, îfadeyên xwe bidin.
Dema Gurlekî biryar dida nivîsandin, hîna endamên din ên heyetê li şûna xwe rûneniştibûn. (HA/FD)