Rêveberiya Girtîgiha Ewlehiya Bilind a Wanê rojnameya Xwebûn a bi kurdî nedaye Adnan Bîlen, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê diyar kiriye ku rêveberiyê bi sedema xaleke rêziknameyê ya girtîgehan rojname nedaye Bîlenî. Li gorî vê xalê, “hikumxwar tene dikare pirtûk û cilûbergan weke diyarî qebûl bike.”
Rojnameger Bîlen, tevlî Cemîl Ûgûr, nûçegîhanê MAyê û Şehrîban Abî û Nazan Sala, nûçegîhanên Jinnewê desteser kiribûn û di 9ê Çiriya Pêşiyê de girtibûn. Cemîl Ûgûrî nûçeya avêtina Osman Şîban û Servet Tûrgûtî ya ji helîkoptera leşkerî weşandibû ku li Şaxê, navçeya Wanê leşkeran ew desteser kiribûn. Servet Tûrgût li nexweşxaneyê can dabû. (FD)