Fotograf: KRT TV
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kesekî, li Kartalê, duh (4ê Sibatê) êvarê êrîş biriye ser Osman Gudu, bernameçêker û pêşkeşvanê bernameya “Bajar û Jiyanê” ku li ser ekrana KRT TVyê tê weşandin.
Li gorî zanyariyên ku KRT TVyê weşandine êrîş duh saet di derdora 19.50 deqîqeyan de, dema Gudu ji ofîsa xwe derketiye û ber bi wesayîta xwe ve çûye, pêk hatiye.
KRT TVyê diyar kiriye ku êrîşkar bi tiştekî hişk gelek caran li serê Guduyî xistiye û dijûn jê re kirine.
Piştî kesên li der û dorê çûne cihê êrîşê, êrîşkar reviyaye û Gudu birine Nexweşxaneya Zanîngeha Okanê. Li vir neh kêl avêtine serê Guduyî.
Guduyî çend roj berê di bernameya xwe de gotibû “Li Baybûrtê terîqet û cemaet lotikan diavêjin.” Piştî vê gotina wî rêveber û endamên Federasyona Baybûrtiyan a Tirkiyeyê li ber navenda KRT TVyê ya li Stenbolê kom bûbûn û Gudu protesto kiribûn.
Derbarê Osman Guduyî de
Mîmar e. Demekê bûye nûnerê Odeya Mîmaran ê Kartalê. Bûye endamê meclîsa Şaredariya Kartalê û Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê her weha Serokê Komisyona Îmarê. Li Enstîtûya lêkolînên erdhejê ya Zanîngeha Bogaziçiyê perwerdeya pisporiyê dîtiye. Di sala 1979an de Fakulteya Mîmariyê ya Zanîngeha Yildizê qedandiye. Di sala 1955an de li Duzceyê jidayik bûye. (EKN/FD)