Serlêdanên ji bo “24em Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî” destpê kirine

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pêvajoya serlêdanên ji bo Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî destpê kiriye. Metîn Goktepe, nûçegîhanê rojnameya Evrenselê, dema nûçe dişopand polîsan ew desteser kiribûn û di desteserkirî can dabû. Pêşbirk bi armanca ku Goktepeyî bibîr bînin û rojnamegerên ciwan arasteyî nûçegîhaniya rastiyan nîşan didin bikin tê li dar xistin.
Pêşbirk cara yekem di sala 1998an de hatibû li dar xistin ku îsal cara 24an e wê pêk were. Îsal endamên juriyê ev kes in: Ceren Sozeri, Celal Başlangıç, Ferhat Çelik, Guray Oz, Kumru Başer, Nazim Alpman, Ozlem Akarsu Çelik, Sevda Karaca.
Serlêdan heta 10ê Adarê wê qebûl bibin
Pêşbirk di beşên Nûçe (nivîskî-dîtbarî), Fotograf û Rojnamegeriya Herêmî de wê pêk were û şertên serlêdanê wiha ne:
- Berhemên ku di navbera 10ê Adara 2020ê û 10ê Adara 2021ê de hatine weşandin dikarin bişînin.
- Berhemên ku di çapemeniya nivîskî de hatine weşandin divê bi formata PDF, yên dîtbarî jî bi rêya wetransferê werin şandin.
- Nûçeyên li ser malperan hatine weşandin wê di kategoriya nûçeyan de werin nirxandin. Ew nûçe jî divê weke lînk werin şandin.
- Kesên di kategoriya fotografan de wê bixwazin beşdar bibin divê tevlî fotografan navê berhemê, cih û dîroka ku hatiye kişandin jî diyar bikin.
Kesên serlêdanê bikin divê kurtejiyana xwe, zanyariyên xwe yên ragihandinê û fotografekî xwe heta 14ê Adara 2021ê bişînin [email protected]ê.
Xelat whe di 10ê Nîsana 2021ê de werin dayîn.
(SO/FD)