TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 395
Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça nehatin berdan
Dadgehê di doza dersdêr Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî de biryara berdewamiya girtîtiyê stand ku 191 roj in di greva birçîbûnê de ne û ji 23yê Gulanê girtî ne. Doz wê di 28ê Îlonê de berdewam bike.
15 Îlon 2017
Beyza Kural
Xatûn Tûglûk li Dêrsimê hat binaxkirin
Cenazeyê Xatûn Tûglûkê ya ku rêûresma cenazeyê wê rastî êrîşeke nîjadperest hat li Dêrsîmê hat binaxkirin.
14 Îlon 2017
NY û Rêxistinên Mafan di dozên rojnamegerên girtî de bûn aliyên sêyem
Raportorê Taybet ê Azadiya Fikr û Xweifadekirinê yê NYyê, Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê û 12 rêxistinên navdewletî daxwaz kiribûn ku weke aliyê sêyem beşdarî dozên DMMEyê yên derbarê rojnamegerên ku li Tirkiyeyê girtî bibin. Ev daxwaz hat qebûlkirin.
14 Îlon 2017
Cenazeyê Xatûn Tûglûkê wê li Dêrsimê bê binaxkirin
Cenazeyê Xatûn Tûglûk dayika Alîkara Hevserokên HDPyê Aysel Tûglûkê îro li Dêrsimê wê saet 13.00ê bê binaxkirin. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekîr Bozdagî diyar kir ku êrîşkar wê li dadgehê hesap bidin.
14 Îlon 2017
Tirkiye: Wê berdêla israra referandûmê hebe
Di daxuyaniya Wezareta Karûbarên Derve de hat diyarkirin ku “Digel hemû şîretên dostane Rêveberiya Herêma Kurdistanê dîsa jî di helwesta xwe ya referandûmê de bi israr tevdigere. Em dixwazin bibêjin ku wê berdêla vî tiştî hebe”.
14 Îlon 2017
Êrîşî cenazeyê dayika Aysel Tûglûkê kirin
Êrîş birin ser rêrûresma binaxkirina cenazeyê dayika Alîkara Hevserokên Giştî ya HDPyê Tûglûkê ku girtî ye. Malbata Tûglûk ji bo zerar nedin cenazeyê, ew ji ciyê ku hatiye binaxkirin derxist û birin mala Cemxaneyê.
14 Îlon 2017
Li Amedê di encama teqînekê de jinek birîndar bû
Li Amedê jinekê li hewşa xaniyê xwe cismekî nediyar dît û dema ku xwest wî cismî bavêje ji derve, teqîn pêk hat. Jinik bi giranî birîndar bû.
13 Îlon 2017
Ji bo beşdariya doza Gulmen û Ozakçayî bangewazî hat kirin
Daneşîna pêşiyê ya dersdêr Gulmen û Ozakçayî sibê wê birêve biçe ku ji bo vegerin karên xwe dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Bangewaziyên serbestiyê û beşdariya daneşînê li ser medyaya civakî tên parvekirin.
13 Îlon 2017
Serfermandariyê: TSKyê heta niha zerar nedaye ti sivîlan
Serfermandariyê derbarê wan nîqaşan de daxuyanî da ku li Colemêrgê di operasyona bi SİHAyê kesek miribû û 3 kes jî birîndar bibûn: “TSKyê heta roja îro neketiye nava pratîkeke wisa ku zerarê bide welatiyên me yên sivîl/bêguneh”.
13 Îlon 2017
Li Colemêrgê cerdevanek hat kuştin
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di encama êrîşa PKKiyan de cerdevanek mir, leşkerek û cerdevanek jî birîndar bû.
13 Îlon 2017
Di Hefteya Modeyê ya New Yorkê de cil û bergên "biquz" derketin ser dikê
Di çarçoveya Hefteya Modeyê ya New Yorkê de koleksiyona bi navê “My Pussy, My Choice” ê (Quzê min, Biryara min) hat pêşkêşkirin ku cil û berg bi awayê "quz"an hatine sêwirandin.
12 Îlon 2017
Parlamentoya Iraqê Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê qebûl nekir
Parlamentoya Iraqê derbarê referandûma serxwebûnê ya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de civînek lidar xist û referandûm ret kir.
12 Îlon 2017
Ji bo rojnameger Tûgrûl Eryilmazî ceza hat xwestin
Dozger Arisoyî nêrîna xwe ya derbarê rojnameger Tûgrûl Eryilmazî de aşkere kir û xwest ku ji ber sûcê “çapkirin û belavkirina weşanên rêxistina terorê” bê cezakirin. Doz hat taloqkirin.
12 Îlon 2017
Tansu Pişkin
Mêran di meha Tebaxê de 13 jin kuştine
Ji sedî 23yê jinan ji ber ku xwestine ji mêrê xwe cida bibin an jî nexwestine bi wan re li hev bên hatine kuştin. Di kuştina 3 jinan de mêran xwestine ku jinan weke xwe bi xwe kuştine nîşan bidin. Ji 21 zarokên keç ên ku rastî istismara zayendî hatine 2 ji wan Sûriyeyî bûne.
12 Îlon 2017
Çiçek Tahaoğlu
Dadgehê biryara berdewamiya girtîtiyê da
Dadgehê biryar girt ku rewşa girtîtiya Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Kadrî Gursel, Ahmet Şik, Emre Îper û Ahmet Kemal Aydogdûyî berdewam bike. Daneşîna sêyem wê di 25ê Îlonê de lidar bikeve.
12 Îlon 2017
Elif Akgül
Dadgehê weke şahid li heşt xebatkarên Cumhuriyetê guhdarî kir
Dadgehê weke şahid li berpirsê weşanê yê berê yê Cumhuriyetê Yıldız, koordînatorê nûçeyan Kuçukkaya, rêveberên berê yên Weqfê Tufekçîoglû, Înal û Kiraç, nûçegihan Îlknûr, nivîskar Soner û şêwirmendê darayî yê berê yê Weqfê Pamûkoglûyî guhdarî kir.
11 Îlon 2017
Elif Akgül
69 hezar xwendekar di girtîgehê de ne
Li gorî daneyên Wezareta Dadê di girtîgehan de 69 hezar û 301 xwendekar hene. Îlgezdî Parlamentera CHPyê destnîşan kir ku di dîroka Tirkiyeyê de hejmara herî zêde ya xwendekarên girtî di dema vê desthilatdariyê de derketiye holê.
11 Îlon 2017
Derbarê Zafer Çaglayanî de biryara girtinê derket
Dadgeha ku li doza Zarrabî dinêre, li DYAyê derbarê Zafer Çaglayanî wezîrê berê yê Aboriyê de biryara girtinê stand.
11 Îlon 2017
Merkel: Welatiyên Tirkiyeyê dikarin serdana welatê me bikin
Serokwezîra Almanyayê Merkelê bertek nîşanî wê hişyariya geştê ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê da û got, “Li welatê me rojnameger nayên girtin”. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji bo çûna Almanyayê welatiyên Tirkiyeyê hişyar kiribû.
11 Îlon 2017
Doza Rojnameya Cumhuriyetê li Silivriyê berdewam dike
Daneşîna duyem a doza Rojnameya Cumhuriyetê îro li Silivriyê berdewam dike. Îro wê li şahidan bê guhdarkirin.
11 Îlon 2017
Elif Akgül
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Di Mitînga Bakirkoyê de bangewaziya aştiyê hat kirin
Di daxuyaniya hevpar a mitînga “Aştî, azadî û edaletê” de hat gotin ku “Em naxwazin bi Rewşa Awarte û KHKyan werin birêvebirin” ku mitîng li Bakirkoyê ji hêla Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê ve hatiye birêxistinkirin.
11 Îlon 2017
Derbarê Sezgîn Tanrikûlûyî Parlamenterê CHPyê de lêpirsîn hat destpêkirin
Piştî wê daxuyaniya wî ya ku digot SİHAyan li sivîlan daye, derbarê Sezgîn Tanrikûlûyî Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin.
8 Îlon 2017
Dadgehê biryara serbestiyê ji bo Ayhan Bîlgenî da
Dadgehê biryar girt ku parlamenterê HDPyê Ayhan Bilgen serbest bimîne ku di çarçoveya dosyeya Kobanê ya bûyerên 6-8ê Cotmehê de bi sûcê “endamtiya rêxistina terorê” dihat sûcdarkirin û 7 meh in girtî bû.
8 Îlon 2017
Ekin Karaca
Li Meksîkayê bi pileya 8.1ê erd hejiya
Erdhej 87 km dûrî bajarê Pijijiapanê û 70 km di bin erdê de pêk hatiye û piştî erdhejê li Meksîka, Gûatemala, El Salvador, Kosta Rîka, Nîkaragûa, Panama û Hondûrasê hişyariya tsûnamiyê hatiye dayin.
8 Îlon 2017
Di meha Tebaxê de 217 karker mirine
Di meha tebaxa 2017yê de 19 jin û 198 mêr ên karker mirine. Karker herî zêde li Stenbolê û Sakaryayê mirine.
8 Îlon 2017
Dadgeha Destûrî serlêdana parlamenterên HDPyê red kir
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara betalkirina parlamenteriya parlamenterên HDPyê Faysal Sariyildiz û Tûgba Hezer-Ozturkê li gorî destûra bingehîn, yaseyên navborî û rêziknameya parlamentoyê dît û serlêdana van parlamenteran red kir.
8 Îlon 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dosyayên Taybet ên bianetê
8 Îlon 2017
Kürkçu bi darê zorê derxistin dadgehê: Em di bin dîktatoriyeke faşîst de ne”
Parlamenterê HDPyê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu bi darê zorê derxistin pêşberî dadgehê û li vir bibîr xist ku hîn parêzbendiya wî ya parlamenteriyê heye û wiha got, “Hûnê endamekî MPKEyê çawa dadgeh bikin ku ji bo dadgehkirina wî destûra MPKEyê pewîste”.
7 Îlon 2017
Ekin Karaca
Nivîskara feminîst Kate Millet çû ber dilovaniya xwe
Yek ji navên girîng ên feminîzma pêla duyem nivîskar Kate Millet di 82 saliya xwe de çû ber dilovaniya xwe.
7 Îlon 2017
Li DYAyê doz li Wezîrê berê Zafer Çaglayanî hat vekirin
Zafer Çaglayan Wezîrê Aboriyê yê berê li DYAyê di dosyeya Reza Zarrabî de bû bersûc. Yek ji sûcên ku Çaglayan pê tê tawanbarkirin “bertîlxweriya bi milyonan dolaran e”.
7 Îlon 2017
DYAyê xwest ku ambargoya neftê dînin ser Koreya Bakur
DYAyê ji ber ceribandinên nukleerê berdewam dike, ji Konseya Ewlekariyê ya NYyê daxwaz kir ku ambargoya neftê dîne ser Koreya Bakur.
7 Îlon 2017
Li Colemêrgê PKKyê êrîş kir: 2 karker mirin, 3 jî birîndar bûn
Li çoltera Gundê Çobanpinarê yê Geverê êrîş li hemberî karkeran bû ku li hêlên veguhestina enerjiyê dixebitîn. Di encama êrîşê de 2 karker mirin, 3 jî birîndar bûn.
7 Îlon 2017
1
...
393
394
395
396
397
...
404
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver