Walîtîya Amedê mîhrîcana fîlmên mafên mirovan qedexe kir

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtîya Amedê Mîhrîcana Fîlman a Kanî Mafên Mirovan a 9. ku Komeleya Mafên Mirovan û Documantaristê dê di 15-16-17ê Kanûna Pêşiyê pêk baniya qedexe kir.
Walîtîyê ji bo Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan teblîxadnameyek şand û eşkere kir “dê ji bo mîhrîcanê destûr neyê dayin, mihrîcan hatiye qedexekirin.”
Mijara vê salê ya fîman “Mala me li kû ye?” bû. Dê ji 13ê Kanûna Pêşiyê heta 24ê mehê li Wan, Amed û Stenbolê fîlm bihatiyan nîşandan.
Yek ji derhênerên hûnerê yê Documentaristê, Necati Sönmezî got ew matmayî nebûn ku bêyî sebebek bê nîşandan pêkanîna mîhrîcanê hat qedexekirin. Wî got: “Ez mereq dikim wekî ku ew dibêjin ev fîlm çawa ‘hizûr û ewlehiyê têk dibin’”
Sonmezî da zanîn ku li ser Qutsê jî fîlm hatibûn amadekirin. Wî da zanîn fîlm dê li Stenbolê bêne nîşandan.(BD/BK/MB)
Civata Huner&Çand a Amîdartê wê “deng”ên Amedê tomar bikin

Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine

Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî

Walîtiya Edeneyê şanoyên bi kurdî qedexe kiriye

BÎRCAN DEGIRMENCIYÊ NIVISIYE
Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike
