Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsê bi navê Y.Ş. li Meydana Newrozê, xwendekarekê zanîngehan yê bi navê Kemal Kurkut kuştibû digel vê yekê jî polîsê navborî karê xwe dike û nehatiye girtin.
Bixwîne - IHD: Em ê lêkolînê li ser bûyera kuştina wî ciwanî bikin ku li Meydana Newrozê hat kuştin
Li gor nûçeya Denîz Tekînî ji bo Ajansa Mezopotamyayê nivîsîye parêzera Reyhan Yalçindag Baydemîr bi daxwaznameyekê serî li Dadgeha Cezayên Giran a 7. a Amedê da û xwest polîsê Kemal Kurkut kuştî bê girtin.
Parêzerê di daxwaznameyê de eşkere kiriye ku delîlên sûcdariyê diyar dikin zelal in, çêdibe delîl bêne tinekirin.
Herweha di daxwaznameyê de hatiye eşkerekirin ku polîsî bi qestî çek bi kar hînaye, polîsekê bi qestî çek bi kar hînaye li ser karê xwe ye û çek di destên wî de ye.
Çi bibû?
Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.
Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.
Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Bixwîne - Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin
Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin.
Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin.(AS/MB)