TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
hdp
Rûpela 21
Hevşaredarên HDPyê hatine desteserkirin
Polîsan bi ser avahiyên şaredariya Colemêrg, Gever, Erdîşa Wanê û Nisêbîna Mêrdînê de girtiye. Hevşaredarên HDPyî hatine desteserkirin.
15 Cotmeh 2019
Li Stenbolê 9 HDPyî hatine girtin
9 HDPyiyên ku di 13ê Çiriya Pêşiyê de li Beşîktaşê hatibûn desteserkirin, hatine girtin.
15 Cotmeh 2019
Turgut Oker, Serokê Rûmetê yê KYEEyê hatiye desteserkirin
Tûrgût Oker, Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê (KYEE) dema ku hatiye Tirkiyeyê li Balafirgeha Sabîha Gokçenê, hatiye desteserkirin.
11 Cotmeh 2019
Serdozgeriya Komarî lêpirsînname ji bo serokê HDP, KCD, HDKyê amade kiriye
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, ji ber daxuyaniya wan a derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lêpirsînname ji bo Buldan, Temelli û sê parlamenteran amade kiriye.
10 Cotmeh 2019
Sirri Sureyya Onder ji girtîgehê derketiye
Li ser biryara Dadgeha Destûrî, 26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyekirina Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê berê yê HDPyê daye û Onder ji girtîgehê derketiye.
4 Cotmeh 2019
HDPyê KHKyî vexwendine navenda xwe ku çalakiya wan hatiye qedexekirin
Piştî Walîtiya Enqereyê biryar stand ku çalakiya Platformên KHKyiyan were qedexekirin, HDPyê daxuyaniyek weşand û KHKyî vexwend Navenda xwe ya Giştî.
4 Cotmeh 2019
Dadgeha Destûrî: Mafê azadiya xweîfadekirina Sirri Sureyya Onderî hatiye binpêkirin
Dadgeha Destûrî ji bo Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê kevin ê HDPyê biryar daye ku mafê wî yê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 3 sal û 6 meh cezayê girtinê li Onderî hatibû birîn.
3 Cotmeh 2019
Polîsan êrîş biriye ser “Nobeta Demokrasiyê” ya HDPyê
HDPyê “Nobeta Demokrasiyê” ya ku li dijî biryara qeyûman daye dest pêkirin, biryar girtiye ku li Stenbol û Îzmîrê jî pêk bê. Li Stenbolê polîsan êrîşî nobetê kiriye. Li Îzmîrê jî polîsan çalakgir dorpêç kirine.
26 Îlon 2019
Dadgeha Bilind di doza KCKyê de cezayê 3 parlamenterên HDPyê erê kiriye
Dadgeha Bilind cezayê ku di doza KCKyê de li Pero Dundar, Mûsa Farîsoglûllari û Leyla Guven, parlamenterên HDPyê hatiye birîn, erê kiriye. Di doza KCKyê de bi giştî 118 biryarên cezakirinê hatiye erêkirin, 36 biryar hatine xerakirin.
24 Îlon 2019
Parêzerên Demîrtaşî giliyê dozger û dadweran kiriye
Parêzerên Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê gotine ku ew ê giliyê Serdozgerê Komarî yê Enqereyê, dozgerê lepirsînê û Dadgerê Ceza û Aştiyê yê Yekem yê Enqereyê yê biryara girtinê daye bikin.
23 Îlon 2019
HDP dê gilîya Yeni Şafakê bike
Piştî êrîşeka li navçeya Pasûrê ya Amedê 7 welatî miribûn. Rojnameya Yeni Şafakê ev nûçe bi sernivîsa “HDPyê kiriye” weşandibû. Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) dê gilîya Yeni Şafakê bike.
19 Îlon 2019
DMMEyê serlêdana Demîrtaşî nirxandiye: Biryar wê di rojên pêş de aşkere bibe
Daîreya Mezin a DMMEyê serlêdana Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê kevin ê HDPyê nirxandiye ku ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û vir ve girtî ye û DMMEyê di 2yê Îlonê de biryara tehliyekirina wî dabû. Dadwer wê di rojên pêş de biryara xwe aşkere bikin.
18 Îlon 2019
Li şûna Hevşaredara Qereyaziyê qeyûm hatiye tayînkirin
Li şûna Melîke Goksu, Hevşaredara Qereyaziyê ya Erzeromê, Mesût Tabakçioglû, Qeymeqamê navçeya Qereyaziyê weke qeyûm hatiye tayînkirin.
18 Îlon 2019
Demîrtaşî piştî tehliyekirina wan peyamek ji xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê re şandiye
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Kevin ê HDPyê di peyama xwe de gotiye: “Ez silavên germ, dostanî û daxwaza hevgirtinê ji hevalê Guray, Mûsa, Mûstafa Kemal, Hakan, Emre û Onderî re dişînim.”
18 Îlon 2019
Dayikên Kefîspî xwestine biçin ber derîyê AKPyê polîsan ew desteser kirine
Li bajarê Amedê komek jinên bi navê “Dayikên Kefîspî” diyar kirine ku zarokên wan winda bûne û xwestine biçin ber deriyê Rêxistina Amedê ya AKPyê(Partiya Edalet û Pêşketinê). Polîsan rê li wan girtiye û ew desteser kirine.
17 Îlon 2019
Hevşaredara Qereyaziyê ya HDPyî hatiye desteserkirin
Melîke Goksû, Hevşaredara Qereyaziyê ya HDPyî tevlî 6 kesan hatiye desteserkirin. Di nava desteserkiriyan de endamên meclîsa şaredariyê jî hene.
17 Îlon 2019
Heyeta HDPyê çûye Strasbourgê
Heyeta HDPyê ya bi serpereştiya Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê çûye Strasbourgê û li vir wê hin hevdîtinan bi rayedarên Ewropî re bike. Heyet roja çarşemê jî wê beşdarî dadgehkirina Selahattîn Demîrtaşî bibe.
16 Îlon 2019
Piştî teqînê, Hevserokê HDPyê yê Pasûrê û karmendekî şaredariyê hatiye desteserkirin
Piştî teqîna li navçeya Pasûrê ya Amedê, Hevserokê HDPyê yê navçeyê û Midûrê Karên Fenî yê Şaredariya Pasûrê hatiye desteserkirin.
13 Îlon 2019
Li Mûşê 7 endamên meclîsa bajêr yên HDPyî ji wezîfeyê hatine dûrxistin
Li Mûşê 7 endamên meclîsa bajêr yên HDPyî ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPyê Kaplanî got, “Desthilatdar dixwaze kursiyên HDPyê ji destê wê derxe û rant û talankeriya xwe berdewam bike.”
11 Îlon 2019
Polîsan midaxele li çalakiyên li dijî biryara qeyûman kiriye
Polîsan li Stenbol û Enqereyê midaxele li wan çalakiyan kiriye ku ji bo biryara tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Wan û Amedê protesto bikin hatine li dar xistin.
5 Îlon 2019
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Partiya Sosyalîstan a Ewropayê: Demîrtaşî azad bikin
Sergei Stanişev, Serokê Partiya Sosyalîstan a Ewropayê (PES) di daxuyaniyeke nivîskî de gotiye, “Weke ku beriya niha jî me gotibû, tohmet siyasî ne û tekane armanc bêdengkirina mixalefeta demokratîk e.”
4 Îlon 2019
Serdozgerî li dijî biryara tehliyekirina Demîrtaşî derketiye
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê li dijî biryara tehliyekirina Demîrtaşî derketiye. Dadgeheke bilind wê daxwaza serdozgeriyê binirxîne.
3 Îlon 2019
Parêzerên Turk û Mizrakliyî li dijî biryara qeyûman serî li dadgehê dane
Li dijî biryara tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û ya Mêrdînê serî li dadgeha îdareyê dane.
3 Îlon 2019
Biryara tehliyeyê ji bo Demîrtaşî hatiye dayîn
19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryara tehliyeya Selahattîn Demîrtaşî daye. Lê ji ber ku di dosyayeke din de ceza lê hatiye birîn, Demîrtaş wê di girtîgehê de bimîne.
2 Îlon 2019
Parêzerên Demîrtaşî beşdarî danişîna li dadgehê nabin
Parêzerên Demîrtaşî aşkere kiriye ku ji ber ew amadekariyê ji bo danişîna dadgehkirina li DMMEyê dikin beşdarî danişîna dadgehkirina Demîrtaşî ya îro nabin. Parêzer Karamanî gotiye, “Em li bendê ne Daîreya Mezin jî biryara binpêkirina mafan bistîne.”
2 Îlon 2019
Ayça Söylemez
Heyeta HDPyê serdana Kiliçdaroglû, Serokê CHPyê kiriye
Di hevdîtinê de behsa biryara tayînkirina qeyûman, destûra bingehîn a nû û reforma darazê hatiye nirxandin.
26 Tebax 2019
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Soylû: Biryara tayînkirina kayyûman li gorî hiqûqê ye
Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylûyî gotiye ku biryara tayînkirina kayyûman a ji bo Şaredariya Mêrdîn, Wan û Amedê ne siyasî lê hiqûqî ye.
21 Tebax 2019
PROTESTOYÊN LI DIJÎ BIRYARA KAYYÛMAN
Parlamenter rakirine nexweşxaneyan, rojnameger hatine desteserkirin
Li Stenbol, Mêrdîn, Wan û Amedê polîsan midaxele li xwepêşandanan kiriye. Parlamenter birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyan. Li Mêrdîn û Amedê 6 rojnamegerên ku bûyer dişopandin, hatine desteserkirin.
20 Tebax 2019
Li Mêrdînê 30, li Amedê jî 15 rojan wê çalakî qedexe bin
Piştî ku kayyûm li sê bajarên mezin hatine ragihandin, li Mêrdînê ji bo 30 rojan, li Amedê jî ji bo 15 rojan çalakî hatine qedexekirin. Li Wanê jî 1003 roj in ku çalakî qedexe ne.
20 Tebax 2019
Wezîfedarkirina qeyûman
Yekîtîya Ewropayê: Li gor hevpeymanên navneteweyî tev bigerin
Berdevka Nûnerîya Bilind a Ewlehî û Polîtîkayên Derve yên Yekîtîya Ewropayê Maja Kocijancicê li ser wezîfedarkirina qeyyûman û ji-karî-dûrxistina şaredaran daxuyanîyeka nivîskî weşandiye.
20 Tebax 2019
HDPyê bertek nîşanî tayînkirina kayyûman daye
HDPyê bertek nîşan daye ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê kayûm hatine tayînkirin. HDPyê gotiye, “Bêdengî, qebûlkirin e.”
19 Tebax 2019
Demîrtaş: Divê cihê kurdan di Konferansa Sûriyeyê ya CHPyê de hebe
Hevserokê kevin ê HDPyê, Demîrtaşî gotiye, “Divê di şerî de israr neye kirin û rêyên diyalog û hevkariyê yên bi kurdên sûriyeyê re bên avakirin.”
14 Tebax 2019
1
...
19
20
21
22
23
...
30
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver