Li şûna Hevşaredara Qereyaziyê qeyûm hatiye tayînkirin
Li şûna Melîke Goksu, Hevşaredara Qereyaziyê ya Erzeromê, Mesût Tabakçioglû, Qeymeqamê navçeya Qereyaziyê weke qeyûm hatiye tayînkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Melîke Goksu, Hevşaredara navçeya Qereyaziyê ya Erzeromê hate girtin, Mesût Tabakçioglû, Qeymeqamê navçeyê weke qeyûm hatiye tayînkirin.
Goksu û 2 endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de duh 7 kes hatibûn desteserkirin.
Bixwîne - Hevşaredara Qereyaziyê ya HDPyî hatiye desteserkirin
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Erzeromê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh cezayê girtinê li Goksuyê birî bû û Dadgeha Bilind jî ev ceza pesend kiribû. Goksu duh piştî desteserkirinê hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê.
Walîtiya Erzeromê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û diyar kiriye ku Mesût Tabakçioglû, li şûna Goksuyê weke Wekîlê Şaredarê Qereyaziye tayîn kirine. (HA/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.