Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Wezareta Karûbarên Navxweyî biryara tayînkirina kayyûman ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê stand, li Mêrdînê ji bo 30, li Amedê jî ji bo 15 roj an çalakî hatine qedexekirin.
Li Wanê jî 1003 roj in ku çalakî qedexe ne. Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmeha 2016ê Rewşa Awarte Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Li Wanê ji ber vê sedemê 21ê Kanûna Paşiyê ya 2016an çalakî û bername hatibûn qedexekirin.
Duh li Amedê HDPyiyan xwestibû li hemberî biryara tayînkirina kayyûman çalakiyekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan midaxeleyeke tund li wan kiribû. Îro jî beriya ku HDP li Amedê çalakiyekê li dar bixe, hemû rêyên diçin avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine girtin. Polîsan destûr nedaye wan kesan ku ji devreyî bajêr herin û beşdarî çalakiyê bibin.
Beriya daxuyaniya çapemeniyê ya Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê, parlamenter û hevşaredaran, polîsan avahî Şaredariya Bajarê Mezin û derdora wê dorpêç kiriye.
Sezaî Temellî û kesên pê re xwestiye ber bi şaredariyê ve bimeşin lê polîsan destûr nedaye. Polîsan bi toma û ava şid midaxele li wan kiriye. Parlamenter Ayşe Acar Başaran û Feleknas Ûca birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.
Diyarbakır ablukada. Kentin bütün giriş çıkışları kapatıldı, her yerde engellemeler ve saldırılar var. Bütün engellemelere rağmen halkımız siyasi iradesine, oyuna ve onuruna sahip çıkıyor. Darbeciler bir kez daha yenilecek, kayyım zihniyeti tarihin çöplüğüne gidecek. pic.twitter.com/hupRTJ56x5
— HDP (@HDPgenelmerkezi) August 20, 2019
Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê li Kolana Lîseyê daxuyaniyek daye çapemeniyê û wiha gotiye: “Ji her derê dengê xwe derxin, jiyanê bidin rawestandin. Têkoşina me têkoşîneke hiqûq û edaletê ye. Xwedî li îradeya xwe derkevin. Weke duh îro jî em li qadan e.”
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin. (AO/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê