Erdoganî ji Temelliyî re gotiye: Li bakurê Iraqê Kurdistan heye, bicehime wir
Serokomar Erdoganî ji bo Temellî, Hevserokê HDPyê gotiye, “Ma li Tirkiyeyê herêmek bi navê Kurdistanê heye? Heke ku tu Kurdistanê meraq dikî, waye li bakurê Iraqê Kurdistan heye, bicehime biçe li wir bijî.” Her weha ji bo Kiliçdaroglû û Akşenerê jî gotiye, ew ê bi destê dadê biçin ser wan.