Fotograf: MA
Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin li ser çalakiya grev birçîbûnê ya li girtîgehan, xwestine li Kadikoya Stenbolê çalakiyekê li dar bixin. Lê polîsan midaxele li wan kirine.
HDPya Stenbolê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku Sezaî Temellî, Parlamenterê HDPyê û Ferhat Encu, parlamenterê bere jî beşdarî çalakiyê bûne.
Li gelek girtîgehan girtiyan ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê rabe, dest bi greva birçîbûnê kirine.
HDPyiyên li ber avahiya Operaya Sureyyayê kom bûn bêyî ku bikaribin daxuyaniyê bidin, polîsan ew asteng kirin û midaxele li wan kirin. Di dema midaxeleyê de, polîsan hejmarek çalakvan desteser kirine. (FD)