Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Roja 13ê Çiriya Pêşiyê ji bo 7em salvegera avakirina HDPyê li rêxistina HDPyê ya Beşîktaşê civîneke çapemeniyê li dar xistibû. Di dema civînê de polîsan midaxele li HDPyiyan kiribû û hin kes ji wan hatibû desteserkirin.
Piştî ku li Midûriyeta Emniyetê îfadeya HDPyiyan hatiye standin ew şandine Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. Dozgerî daxwaza girtina 9 kesan kiriye û ew şandine ber heyeta 1em Dadgeha Silh û Cezayan.
Dadgehê derbarê 9 kesan de bi tohmeta ku “mixalefet li dijî qanûna civîn, xwenîşandan û meşan kirine” û “propagandaya rêxistinê kirine” biryara girtina wan daye.
Huseyîn Fîdanboy, Hevserokê HDPyê yê rêxistina Kuçukçekmeceyê û Mûtlû Ozturk, Hevserokê HDPyê yê rêxistina Şîşliyê di nava kesên ku hatine girtin de ne.
Çi bûbû?
Di 13ê Çiriya Pêşiyê de ji bo 7em salvegera avakirina HDPyê, xwestibûn li Navenda Çandê ya Mustafa Kemalî ya Beşîktaş bernameyekê pêk bîne.
Qeymeqamdiya Beşîktaşê bername qedexe kiribû. Li ser vê rewşê, Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yê HDPyê, parlamenter, hevşaredar û endamên HDPyê li Rêxistina HDPyê ya navçeya Beşîktaşê civîneke çapemeniyê pêk anîbûn.
Piştî civîna çapemeniyê girseyê slogana “Bijî Berxwedana Rojava” avêtibûn. Polîsan midaxele li wan kiribû û 9 kes hatibûn desteserkirin. (TP/FD)
Fotograf: Twitter