Dadgehê wekîla Mûşê ya HDPyî, Burcu Çelik Ozkan tehlîye kiriye
Wekîla berê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Burcu Çelik Ozkanê 7 sal 3 meh û 10 roj sal cezayê girtinê standibû, Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî betal kiriye û xwestiye Ozkan demildest bê tehlîyekirin. Li ser vê yekê şeva dî Ozkan ji girtîgehê hatiye tehlîyekirin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne

Dadgeha Mûşê bi sûcê “endambûna rêxistinê” ceza dabû wekîlê. Li Girtîgeha Kandirayê dima.
Wekîla berê 19ê Nîsana 2017ê hatibû desteserkirin û 6ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê hatibû girtin.
(RT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.