TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
DMME
Rûpela 2
SEKRETERA GIŞTÎ YA KONSEYA EWROPAYÊ
“Biryarên DMMEyê ne rica ne, divê pêk bên”
Marija Pejcinovic Buric, Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê ji bo biryara DMMEyê ya derbarê Osman Kavalayî de gotiye, “Ev ne daxwazeke, hewcedariyeke hiqûqa bendîkar e.”
26 Çile 2021
Li Ewropayê wê parêzer li ber DMMEyê çalakiyekê li dar bixin
Tevgera Dadê ya Bêşert û Merc ji bo wan parêzeran wê di 24ê Kanûna Paşiyê “Roja Parêzerên Di Nava Xetereyê De Ne” li ber DMMeyê çalakiyekê li dar bixin ku desthilatdarên siyasî tiştên ji bo wan hatine misogerkirin ji holê radikin û zextê li wan dikin.
20 Çile 2021
DMME: Mafên Atîlla Taşî hatine binpêkirin
DMMEyê biryar daye, ku Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê, azadiyê û ewlekariyê yê Atîlla Taşî binpê kiriye û ji Tirkiyeyê 12 hezar û 275 euro tezmînat biriye.
19 Çile 2021
22 baroyan xwestine ku Demîrtaş azad bibe
22 baroyan derbarê biryara DMMEyê de ya ji bo Demîrtaşî daxuyaniyek hevpar dane û gotine, “ Divê bila neyê ji bîrkirin ku pêkneanîna biryarên DMMEyê, wê encamên weke derkirina ji Konseyê bi xwe re bîne. Divê biryar demildest bê cî bi cî kirin û Demîrtaşî azad bikin.”
25 Kanûn 2020
Suleyman Soylû: Ti wateya biryara DMMEyê nîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Hundir ji bo biryara Daîreya Mezin a DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de gotiye, “Her bi çi sedemê be bila bibe biryaka ku Dadgeha Mafên Mirovan daye, biryareke vala ye, ti wateya wê nîne.”
24 Kanûn 2020
Ji bo Demîrtaş tehliye bibe, parêzeran serî dozgeriyê daye
Piştî biryara DMMEyê ya ku gotiye bile Selahattîn Demîrtaş demildest azad bibe, parêzerên Demîrtaşî ji bo tehliyekirina wî serî li Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daye.
24 Kanûn 2020
Erdoganî ji DMMEyê re gotiye “Durû”, ji Demîrtaşî re “terorîst”
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê ji bo biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de, wiha gotiye: “Ev gavên siyasî ne. Biryar bi awayekî aşkere cotstandartî ye, heta durûtiye.”
23 Kanûn 2020
Demîrtaş: Biryara DMMEyê tê wê wateyê ku hikûmetê hiqûq jinav biriye
Demîrtaşî biryara DMMEyê ya derbarê xwe de nirxandiye û gotiye, “Ew biryar tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê sîstema hiqûqê bi deste hukumetê hatiye hilweşandin.” Omer Çelîk, Berdevkê AKPê jî têkildarî biryarê gotiye, “Biryara DMMEyê wê di çarçoveya sîstema hiqûqa Tirkiyeyê de were nirxandin.
23 Kanûn 2020
DMME: Demîrtaşî demildest azad bikin
Parêzer Demîrî ji bianetê re got ku “Li gorî vê biryarê divê Demîrtaş demildest azad bibe. Êdî ti bahane nemaye ku Tirkiye xwe bispêre wê.”
22 Kanûn 2020
DMMEyê gotiye mafê Ahmet Şikî hatiye binpêkirin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de gotiye ku di doza rojnameya Cumhuriyetê de mafên azadiya xweîfadekirinê, azadiya çapemeniyê û azadî û ewlehiya şexsî hatine binpêkirin. Cezayê pereyan li Tirkiyeyê birîn.
24 Mijdar 2020
Konseya Ewropayê têkildarî biryarên DMMEyê ji Tirkiyeyê rapor xwestiye
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku pêkanîna biryarên DMMEyê kontrol dike, ji Tirkiyeyê têkildarî 15 dozan rapor xwestiye.
16 Mijdar 2020
DMME: Nabe axavtina Newrozê were cezakirin
DMMEyê di biryara xwe de gotiye ku nabe axavtina Newrozê were cezakirin. Halîl Îmrek ji ber axavtina xwe ya sala 2006an a li Edeneyê hatibû cezakirin.
12 Mijdar 2020
Ayça Söylemez
DMMEyê ji bo rojnameya Cumhuriyetê ceza daye Tirkiyeyê
DMMEyê girtina rêveber û nivîskarên kevn ên rojnameya Cumhuriyetê weke binpêkirina mafê xweîfadekirinê, yê azadî û ewlehiyê nirxandiye. Cezayê pereyan li Tirkiyeyê biriye.
10 Mijdar 2020
DMME: Mafên Ragip Zarakolûyî hatine binpêkirin
DMMEyê biryar daye, ku mafê xweîfadekirinê, azadiyê û ewlekariyê yê Ragip Zarakolû hatiye binpêkirin. Zarakolûyî di doza esasî a Stenbolê ya KCKê de tê dadgehkirin.
15 Îlon 2020
Ayça Söylemez
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê: Biryara DMMEyê ya Kavalayî pêk bînin
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bal kişandiye ser biryara DMMEyê ya derbarê Osman Kavalayî de û gotiye ku bila biryara tehliyekirinê bicih were.
4 Îlon 2020
DMMEyê serlêdana ji bo Aytaç Unsalî qebûl nekiriye
DMMEyê bi sedema ku xetere li ser jiyana wî nîne serlêdana ji bo Aytaç Unsalî hatiye kirin qebûl nekiriye. Parêzer Aytaç Unsal 212 roj in ku rojiya mirinê digire.
2 Îlon 2020
Ji bo biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de pêk were, parêzeran serî li Dadgeha Destûrî daye
Dadgehekê daxwaza DMMEyê qebûl nekiriye ku DMMEyê gotibû divê cezakirina Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê HDPyê were rakirin. Parêzerên Demîrtaşî ji bo vê biryara dadgehê serî li Dadgeha Destûrî daye.
22 Tîrmeh 2020
DMMEyê ji ber çalakiyên Newrozê Tirkiye du caran ceza kiriye
Tirkiyeyê ji ber daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û beşdariya bernameya Newrozê du kes ceza kiribûn. DMMEyê ji bo serlêdana van her du kesan biryar daye û cezayê pereyan li Tirkiyeyê biriye.
27 Gulan 2020
Ayça Söylemez
Ji bo Osman Kavala tehliye bibe parêzeran serî li dadgehê daye
Parêzeran ji bo Osman Kavala tehliye bibe serî dadgehê daye. Parêzeran gotine ku Kavala bi wan sedeman hatiye girtin ku DMMEyê gotibû mafên wî hatiye binpêkirin.
21 Gulan 2020
DMMEyê biryara derbarê Osman Kavalayî de pesend kiriye
DMMEyê biryara xwe ya derbarê Osman Kavalayî de pesend kiriye ku gotibû girtina wî ji ber sedemên siyasî ne û divê demildest serbest bibe. Hikûmetê îtiraz kiribû.
13 Gulan 2020
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo Jêrzemînên Cizîrê qebûl nekiriye
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo Jêrzemînên Cizîrê qebûl nekiriye ku Meral Daniş Beştaş, Wekîla Serokê Koma HDPyê daxwazname peşkeşi Dadgehê kiribû.
17 Nîsan 2020
Ayça Söylemez
Tirkîye di cîbicînekirina biryarên DMMEyê de di 2em rêzê de ye
Li gor rapora 2019an ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Tirkiye bi pêkneanîna 184 biryaran li piştî Rûsyayê di rêza 2em de ye. Herweha Rûsyayê heta niha 244 biryarên DMMEyê bicîhneanîye.
7 Nîsan 2020
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Wîkîpedîayê de biryara xwe aşkere kiriye
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana şexsî ya ansîklopediya înternetê, Wikipediayê nirxandiye û bi pirdengî gotiye ku azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin. Wikipedia li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin.
26 Kanûn 2019
Rojnameger Sayilgan piştî 1137 rojan tehliye bûye
Dadgeha Îstînafê, ji bo tehliyebûna rojnameger Idrîs Sayilganî biryar daye.
28 Mijdar 2019
Parêzeran careke din ji bo Demîrtaşî serî li Dadgeha Bilind daye
Parêzeran, cara 6ê ye ku ji bo Selahattîn Demîrtaşî serî li Dadgeha Destûrî dane. Di daxwaznameyê de gotinên Erdoganî hatine nivîsandin ku gotiye “Em ê hemleya li hember pê bînin û bi encam bikin” û “Em wan bernadin.”
25 Mijdar 2019
Ayça Söylemez
DMMEyê serlêdana Demîrtaşî nirxandiye: Biryar wê di rojên pêş de aşkere bibe
Daîreya Mezin a DMMEyê serlêdana Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê kevin ê HDPyê nirxandiye ku ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û vir ve girtî ye û DMMEyê di 2yê Îlonê de biryara tehliyekirina wî dabû. Dadwer wê di rojên pêş de biryara xwe aşkere bikin.
18 Îlon 2019
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Parêzerên Demîrtaşî beşdarî danişîna li dadgehê nabin
Parêzerên Demîrtaşî aşkere kiriye ku ji ber ew amadekariyê ji bo danişîna dadgehkirina li DMMEyê dikin beşdarî danişîna dadgehkirina Demîrtaşî ya îro nabin. Parêzer Karamanî gotiye, “Em li bendê ne Daîreya Mezin jî biryara binpêkirina mafan bistîne.”
2 Îlon 2019
Ayça Söylemez
Dadgeha Ewropayê ji Tirkiyeyê xwestiye ji bo doza Wikipediayê paraznameya xwe pêşkêş bike
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji Tirkiyeyê xwestiye heta 31ê Çiriya Paşiyê ispat bike ku biryara qedexeya Wikipediayê li gorî Peymana Mafên Mirovan e.
21 Tebax 2019
DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ
"Mafê azadiya xweîfadekirinê ya Demîrtaşî hatiye binpêkirin"
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gotiye ku “Demîrtaşî fikrên xwe bi raya giştî re par ve kiriye, gotinên wî kesî teşwîk an jî tehrîk nake ji bo tundkariyê yan jî serhildana çekdarî”.
9 Tîrmeh 2019
Demîrtaşî serî li Daîreya Mezin a DMMEyê daye
Piştî ku Tirkiyeyê biryara DMMEyê ya derbarê tehliyekirina Selahattîn Demîrtaşî bi cî neaniye, parêzeran serî li Daîreya Mezin a DMMEyê daye.
25 Sibat 2019
DMMEyê daxwaza parastina Heskîfê qebûl nekiriye
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi hinceta ku “Parastina mîrateyên dîrokî û çandî weke mafê şexsî di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de nîne” serlêdana 13 sal berê, ji bo parastina Heskîfê hatiye kirin, qebûl nekiriye.
21 Sibat 2019
DMMEyê biryara xwe ya derbarê jêrzemînên Cizîrê de aşkere kiriye
DMMEyê derbarê serlêdana Orhan Tûnçî de biryara xwe aşkere kiriye ku di operasyonên dema qedexeya derketine derve ya li Cizîrê de hatibû kuştin.
7 Sibat 2019
Haluk Kalafat
1
2
3
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver