Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) biryar daye, ku Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê, azadiyê û ewlekariyê yê Atîlla Taşî binpê kiriye û ji Tirkiyeyê 12 hezar û 275 euro tezmînat biriye.
Di biryarê de hatiye diyarkirin, 10em xala ku mafê xweîfadekirinê û 5em xala ku mafê azadiyê û ewlekariyê esas digire yên Peymana Mafên Mirovan ê Ewropayê hatiye binpêkirin.
Dadgehê biryar daye ku divê Tirkiye 12 hezar û 275 euro tezmînata menewî bide Taşî û 3 hezar û 175 euro jî bide ji bo xerciyên dadgehê.
Atîlla Taş derbarê biryara dadgehê de daxuyani daye û gotiye, “DMMEyê têkildarî her du xalên serlêdanê yên derbarê min de biryar daye ku mafên min hatiye binpêkirin. ‘Li Ewropayê dadger hene!’ Xwezî li welatê me jî hebûya.”
Çi bûbû?
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê dadgehê doz li 29 rojnamegeran vekir, dozgerê dozê xwest 13 rojnameger bêne serbestberdan.. Hat îdiakirin ku ew rojnameger di medyaya nêzîkî Fethûllah Gûlenî de kar dikin.
Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya 23. ji bo doza rêxistina FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ya di medyayê de biryara tehlîyekirina Murat Aksoy û Atîlla Taşê rojnameger da dadgehê digel herdu rojnamegeran biryara tehliyeyê ji bo Davut Aydinê dersdêr jî dabû.
Herdu rojnameger ji 3yê Îlonê ve di girtîgehê de bûn, dersdêr ji 26ê Tîrmeha 2016ê ve di girtîgehê de bûn.
Herweha li gor rapora dadgehê 6 kesên têne dadkirin sepana Bylockê bi kar hînane. Bylock ew sepana telefonan e ku endamên FETOyê ji bo peywendîdana nehênî bi kar hînaye.
Dadgeh Cezayên Giran a 25. a Stenbolê 29 rojnamegeran dad dike. Dozgerê dozê xwest 13 rojnameger bêne serbestberdan. Qedexeya derketina derve û serbestberdana Atilla Taş, Murat Aksoy, Gökçe Fırat Çulhaoğlu, Yakup Çetin, Yetkin Yıldız, Seyit Kılıç, Mustafa Erkan Acar, Hüseyin Aydın, Abdullah Kılıç, Ali Akkuş, Bünyamin Köseli, Cihan Acar û Oğuz Usluer hat xwestin.
Navê rojnamegên hatin dadkirin ev in:
Abdullah Kılıç, Ahmet Memiş, Ali Akkuş, Atilla Taş, Bayram Kaya, Bülent Ceyhan, Bünyemin Köseli, Cemal Azmi Kalyoncu, Cihan Acar, Cuma Ulus, Davut Aydın, Emre Soncan, Gökçe Fırat Çulhaoğlu, Habip Güler, Halil İbrahim Balta, Hanım Büşra Erdal, Hüseyin Aydın, Muhammet Sait Kuloğlu, Muhterem Tanık, Murat Aksoy, Mustafa Erkan Acar, Mutlu Çölgeçen, Oğuz Usluer, Said Sefa, Seyid Kılıç, Ufuk Şanlı, Ünal Tanık, Yakup Çetin, Yetkin Yıldız.(HA/AY)