Ji ber ku dadgeheke Amedê daxwaza DMMEyê qebûl nekiriye ku gotibû divê cezakirina Selahattîn Demîrtaşî, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) were rakirin û mafê wî hatiye binpêkirin, parêzeran serî li Dadgeha Destûrî dane.
Selahattîn Demîrtaş, dema Serokê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) yê Şaxa Amedê bû di sala 2005an de beşdarî bernameyeke Roj TVyê bûbû û axivî bû. 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 10 meh cezayê girtigehê li Demîrtaşî birî bû. Dadgehê biryar dabû ku biryarê aşkere nekin û taloq bikin. Dadgeha Bilind jî ev biryar qebûl kiribû. Li ser vê rewşê Demîrtaşî serî li Dadgeha Mafên Mirovan dabû û gotibû ku xalên derbarê azadiya xweîfadekirinê û ya azadiya ramanê yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatine binpêkirin.
DMMEyê di 9ê Tîrmeha 2019an de biryar dabû ku mafên Demîrtaşî hatine binpêkirin û ji Tirkiyeyê xwestibû 2 hezar û 500 Euroyî bide Demîrtaşî. Her weha mesrefa dadgehê ya ku 1000 Euro ye wê jî bide.
Mesût Beştaş, parêzerê Demîrtaşî piştî vê biryarê ji bo biryara DMMEyê pêk were serî li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dabû. Beştaşî xwestibû ku bila Demîrtaş ji nû ve were dadgehkirin û biryara beraetê bê dayîn.
Dadgehê daxwaz qebûl nekiriye
Li gorî nûçeya ku li ser malpera Gazete Duvarê hatiye weşandin, 5em Dadgeha Cezayê Giran di 28ê Kanûna Paşiyê ya 2020an de biryara xwe dabû û gotibû ku ji ber wan biryar daye biryarê niha aşkere nekin û taloq bikin, ev ne biryareke dawî ye. Dadgehê bi vê hincetê ev daxwaz qebûl nekiriye. Mesût Beştaşî vê carê jî serî li 6em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daye lê vê dadgehê jî ev daxwaz qebûl nekiriye.
Mesût Beştaşî ji bo vê rewşê serî li Dadgeha Destûrî daye. (EMK/FD)