Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Wikimediayê ku xwediyê ansîklopediya înternetê ya Wîkîpedîayê ye ji ber qedexeya li ser malperê serlêdana şexsî li Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû. Di serlêdanê da hatibû gotin ku bi temamî qedexekirina ansîklopediya înternetê ya Wîkîpedîayê li dijî azadiya fikr û ramanê ye.
Heyeta Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdan nirxandiye û bi pirdengî biryar daye ku bi temamî qedexekirina malperê, tê wateya binpêkirina azadiya fikr û ramanê.
Çi bûbû?
9ê Nîsana 2017ê Dadgeha Sûlh û Cezayî ya Enqereyê biryara astengkirina malperê dabû. Li gor dadgehê agahîyên piştgiriya rêxistinên terorî dikin li ser Wikipediayê hebûn û Wikimediayê ew agahî ranekirine.
Seroka wê weqfê Katherine Maherê gotibû, wan li Tirkiyeyê doz biriye dadgeha bilind û ti encam jê derneketine. Li ser vê yekê ew ê li Dadgeha Mafên Mirovn a Ewropayê dozê veke.
Maherê diyar kiribû ku agahîyên li ser malperê têne parvekirin divê wek mafê xwe-îfadekirinê bê dîtin.
Weqfa Wikimedia (Wikimedia Foundation, INC.) li ser navê Wikipediayê di 26ê Nîsana 2017ê de ji bo biryara qedexekirina weşanê serî li DMMEyê dabû.
Dadgehê meha tîrmeha borî dosya qabûl kiribû û ji Tirkiyeyê xwestibû ku paraznameya xwe amade bike. Her weha pirs ji dozdar û dozlêkirî kiribûn.
DMMEyê niha jî ji Tirkiyeyê xwestibû heta 31ê Çiriya Paşiyê ispat bike ku bê biryara qedexeya Wikipediayê li gorî Peymana Mafên Mirovan e (PMME) yan na.
Dadgeha Ewropayê di serî de serlêdana şexsî ya Wikipediayê ya ji bo Dadgeha Destûrî nirxandibû ku ev serlêdan di sala 2017ê de pêk hatibû.
Wikipedia ji bilî Tirkiyeyê li Venezûela û Çînê jî qedexe ye. (HA/FD)