Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serlêdana ji bo parastina Heskîfê ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nehatiye qebûlkirin. Heskîf wê di mehên pêşiyê de di bin ava Bendava Germavê (Ilısu) de bimîne.
Prof. Dr. Zeynep Ahûnbay, Prof. Dr. Oluş Arik, Prof. Dr. Metîn Ahûnbay, parêzer Mûrat Cano û Ozcan Yuksek, ji bo parastina mîrateya çandî ya li Heskîfê, di 22yê Sibata 2006ê de serî li DMMEyê dabû.
Serokê heyeta dadgehê ji Îzlandayê Robert Spano bûye. Her weha di heyetê de ji Arnavûtlûkê Ledi Bianku, ji Tirkiyeyê Işik Karakaş, ji Estonyayê Julia Laffranque, ji Komara Moldovayê Valeriu Gritco, ji Danîmarkayê Jon Fridrik Kjølbro, ji Monakoyê Stéphanie Mourou-Vikström û erkdarê erêkirinê Stanley Naismithî pêk hatiye. Heyetê biryar daye ku li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ‘serlêdan nayê qebûlkirin’.
Heyeta dadgehê di hinceta xwe de bal kişandiye ser xala 35ê ya Peymanê û gotiye ku parastina mîrateya çandî û dîrokî weke mafên şexsî di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de nîne.
Daxwaz hatibû kirin ku çêkirina bendavê bê sekinandin
Sê profesor û du parêzerên ku serî li DMMeyê dabûn, diyar kiribûn ku li gorî xala 9ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku derbarê ‘hurmeta ji jiyana taybet re’ de ye û xala duyem a protokolê ya derbarê mafê perwerdeyê de hatine binpêkirin. Ji ber van hur du xalan jî daxwaz kiribûn ku çêkirina bendavê bê sekinandin. (PT/FD)