TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Dadgeha Destûrî
Rûpela 2
HDP ji bo Gergerlîoglû nobeta edaletê wê bide destpêkirin
HDP îro di saet 11:00an de li pêş Girtîgeha Sîncanê ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû wê nobeta edaletê bide destpêkirin.
5 Tîrmeh 2021
Dadgeha Destûrî serlêdana Gergerlîoglûyî wê di 1ê Tîrmehê de binirxîne
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Omer Farûk Gergerlîoglû wê 1ê Tîrmehê de binirxîne. Parlamenteriya Gergerlîoglûyî di 17ê Adarê de hatibû betalkirin û 84 roj in di Girtîgeha Sîncanê de girtî ye.
25 Hezîran 2021
DOZA GIRTINA HDPYÊ
Dadgeha Destûrî îdianameya ‘girtina HDPê’ pesend kiriye
Dadgeha Destûrî îdianameya ku ji bo girtina HDPê hatibû amadekirin bi yekdengî qebûl kiriye. Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Destûrî bi daxwaza girtina HDPyê, ev îdianameya ji nû ve amade kiribû.
21 Hezîran 2021
DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN
"Di doza Buyukadayê de mafê Îdîl Eserê hatiye binpêkirin"
Dadgeha Destûra Bingehîn gotiye ji ber ku mafparêz Îdîl Eser weke girtî hatiye dadgehkirin mafê wê binpê bûye û biryar daye ku 40 hezar Lîreyê Tirk tezmînatê bidine wê.
9 Hezîran 2021
Serdozgerê Dadgeha Bilind: Em îddanameya HDPê ji nû ve amade dikin
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind gotiye, wan îddanameya HDPê ji nû ve amade kirine. Îddanameya HDPê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve nehatibû qebûlkirin.
2 Hezîran 2021
Dadgeha Destûrî: “Bila lêpirsîna tundkariya polîsan a li Geziyê were kirin”
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya derbarê serlêdana Erdal Sarikayayî de daye ku Sarikaya di dema berxwedana Geziyê de bi guleya gazê birîndar bûbû. Dadgehê biryar daye ku ji bo lêpirsîna polîsan bikin, dosyayê bişîne dozgeriyê.
29 Nîsan 2021
Ayça Söylemez
Dadgeha Destûrî serlêdana “Jêrzemînên Cizîrê” red kiriye
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatine kuştin red kiriye. Her weha dadgehê sedema redkirinê aşkere nekiriye.
22 Nîsan 2021
Dadgeha Destûrî Biryarnameya ku TV û rojname dida girtin, betal kiriye
Dadgeha Destûrî ew xala Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de betal kiriye ku di dema Rewşa Awarte de bi sedema “xetere ji bo ewheliya netewî çêdikin”, kanalên televîzyonê, rojname û ajans hatibûn girtin.
8 Nîsan 2021
Dadgeha Destûrî daxwaza Gergerlîoglûyî qebûl nekiriye
Dadgeha Destûrî daxwaza Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê HDPyê qebûl nekiriye ku Gergerlîoglûyî ji Dadgehê xwestibû, biryara betalkirina parlamenteriya wî ji holê rabe.
31 Adar 2021
Dadgeha Destûrî: Dadgehkirina kuştina di dema protestoyên Kobanê de divê careke in were kirin
Dadgeha Destûrî biryar daye ku doza tezmînatê ya têkildarî kuştina Emrah Demîrî divê careke careke in were kirin. Emrah Demîrî 8 berê li Êlihê di dema protestoyên Kobanê de hatibû kuştin û malbata wî doza tezmînatê vekiribû.
24 Adar 2021
Gergerlîoglûyî serî li Dadgeha Destûrî daye
Omer Farûk Gergerlîoglûyî gotiye “dadgehek heye ku edalet daye Enîs Berberlîoglûyî, ez jî li bendî heman biryarê me.”
23 Adar 2021
Dadgeha Destûrî: Mafê Ozlem Dalkiranê hatiye binpêkirin
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de gotiye, mafê azadiya şexsî û ewlehiyê yê Ozlem Dalkiran, mafparêza ku di Doza Buyukadayê de dihate dadgehkirin, hatiye binpêkirin.
23 Adar 2021
Dadgeha Destûrî: Mafê rojnamegerî binpê kirine ku ji ber tweetekê ew girtibûn
Dadgeha Destûrî, biryara girtina rojnameger Hakan Aygunî ya ji ber tweetekê mehkûm kiriye û gotiye ku mafê Aygunî hatiye binpêkirin. Aygunî di tweeteke xwe de cihê gotina “Îman”ê ya “ÎBAN”ê bikar anî bû.
23 Sibat 2021
“Gelê Kurd bi mezintirîn bêedaletiyê re rû bi rû maye”
Mîthat Sancar, Hevserokê HDPê biryara Dadgeha Destûrî ya ku derbarê Enîs Berberoglûyî de dabû, nirxandiye û gotiye, “ Enîs Berberoglû careke din li meclîsê dest bi wezîfeyê kir. Divê weha jî biba. Lewra parlamenterên me Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari jî di heman rewşê de bû lê rastî cûdakariyê hatin.”
12 Sibat 2021
Enîs Berberoglû careke din mafê parlamenteriyê bi dest xistiye
Tezkereya ku ji bo Enîs Berbeoglû, parlamenterê CHPyê amade kirine, li Civata Giştî ya Parlamentoyê xwendine û Berberoglû careke din bûye parlamenter.
11 Sibat 2021
Dadgeha Destûrî: Erka dadgehê nîne ku biryara me qebûl neke
Dadgeha Destûrî biryara xwe ya bihincet ya derbarê Enîs Berberoglûyî de aşkere kiriye. Dadgeha Destûrî gotiye, “Li gorî yasayên bingehîn erka dezgehên dewletê û dadgehan nîne ku biryarên Dadgeha Destûrî qebûl nekin.”
3 Sibat 2021
Dadgeha Destûrî careke din gotiye ku mafê Enîs Berberoglûyî binpê bûye
Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana duyem a Enîs Berberoglûyî de jî gotiye mafê wî hatiye binpêkirin. Dadgehê beriya niha jî heman biryar dabû û xwestibû ev biryar pêk were lê pêk nehatibû.
21 Çile 2021
Dadgeha Destûrî serlêdana Osman Kavalayî qebûl nekiriye
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehî, serlêdana Osman Kavalayî qebûl nekiriye û gotiye mafê wî yê azadiya şexsî û yê ewlehiyê nehatine binpêkirin.
29 Kanûn 2020
Dadgeha Destûrî daxwaza berdana 4 rojnamegeran red kiriye
Dadgeha Desûra Bingehîn daxwaza berdana 4 rojnamegeran qebûl nekiriye ku ji ber nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê çêkiribûn, hatibûn girtin.
26 Mijdar 2020
Dadgeha Destûrî civîna derbarê serlêdana Osman Kavalayî de taloq kiriye
Dadgeha Destûrî civîna biryarê ya ji bo serlêdana Osman Kavalayî ya "têkildarî ku girtîbûna wî ne hiqûqî ye" taloq kiriye.
29 Îlon 2020
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê: Biryara DMMEyê ya Kavalayî pêk bînin
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bal kişandiye ser biryara DMMEyê ya derbarê Osman Kavalayî de û gotiye ku bila biryara tehliyekirinê bicih were.
4 Îlon 2020
Ji bo biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaşî de pêk were, parêzeran serî li Dadgeha Destûrî daye
Dadgehekê daxwaza DMMEyê qebûl nekiriye ku DMMEyê gotibû divê cezakirina Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê HDPyê were rakirin. Parêzerên Demîrtaşî ji bo vê biryara dadgehê serî li Dadgeha Destûrî daye.
22 Tîrmeh 2020
Dadgeha Qanûna Bîngehîn ji ber 9 hezar TLyî giliyê HDPyê kiriye
Dadgeha Qanûna Bingehîn, ji ber ku di sala 2015an de kesekî ji HDPê re 9 hezar û 403 Lîreyê Tirkan şandiye û ew kesa ne hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li bal Serdozgeriya Komarî a Enqereyê giliyê HDPê kiriye.
29 Hezîran 2020
Hikmet Adal
Dadgeha Destûrî serlêdana Guven û Farisogûllariyî qebûl nekiriye
Dadgeha Destûrî serlêdana Leyla Guven û Mûsa Farisogûllariyê qebûl nekiriye ku parlamenteriya wan hatibû rakirin û wan jî daxwaza betalkirina vê biryarê dabû.
25 Hezîran 2020
Dadgeha Destûrî biryar daye ku mafê Demîrtaşî hatiye binpêkirin
ji ber ku Selahattîn Demîrtaşî demeke dirêje girtî ye û li gorî qanûnê jî ev dem ne maqûle, Dadgeha Destûrî biryar daye ku mafê serbestî û ewlekariya wî hatiye binpêkirin.
19 Hezîran 2020
HDP ji bo Guven û Farisogullariyî wê serî li Dadgeha Destûrî bide
Sarûhan Olûç, Wekîlê Serokê Koma HDPê, aşkere kiriye ku li dijî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Musa Farisogullariyî ew ê serî li Dadgeha Destûrî bidin.
10 Hezîran 2020
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Dadgeha Destûrî: Nabe ku rêveberiya girtîgehê nameya girtiyî neşîne rêxistineke mafparêz
Dadgeha Destûrî biryar daye ku nabe rêveberiya girtîgehê, nameya girtiyî ya xwestiye ji Komeleya Civaka Sivîl a Di Sîstema Girtîgehan De re bişîne asteng bike.
20 Gulan 2020
Ayça Söylemez
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo Jêrzemînên Cizîrê qebûl nekiriye
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo Jêrzemînên Cizîrê qebûl nekiriye ku Meral Daniş Beştaş, Wekîla Serokê Koma HDPyê daxwazname peşkeşi Dadgehê kiribû.
17 Nîsan 2020
Ayça Söylemez
Ji bo Mûstafa Koçakê di rojiya mirinê de ye serî li Dadgeha Destûrî dane
Ji bo Mûstafa Koçakê ku di rojiya mirinê de ye serî li Dadgeha Destûrî hatiye dayîn. Di daxwaznameyê de hatiye gotin ku Koçak rastî îşkenceyê hatiye, rapora wî ya ku dibêje “nikare di girtîgehê de bimîne” jî tevlî daxwaznameyê hatiye pêşkêşkirin.
30 Adar 2020
Ayça Söylemez
Doza mirina Ahmetê 13 salî wê piştî 12 salan vebe
Ahmet Polatê 13 salî 12 sal berê dema xurde kom dikirin teqemeniya leşkeran a ku di nava xurdeyan de teqiya bû û miribû. Doza tezmînatê ya Polatî piştî 12 salan ji nû ve hatiye vekirin.
19 Sibat 2020
Herî zêde “mafê dadgehkirina adil” hatiye binpêkirin
Dadgeha Destûrî, îstatîstîkên derbarê serlêdanên şexsî yên heta sala 2020an aşkere kiriye. Dadgehê ji bo nîvê dosyayan biryar daye ku mafê dadgehkirina adil hatiye binpêkirin.
6 Sibat 2020
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Wîkîpedîayê de biryara xwe aşkere kiriye
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana şexsî ya ansîklopediya înternetê, Wikipediayê nirxandiye û bi pirdengî gotiye ku azadiya fikr û ramanê hatiye binpêkirin. Wikipedia li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin.
26 Kanûn 2019
1
2
3
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver