Fotograf: Hayatin Sesi
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn li ser daxwaza Partiya Gel a Komarî (CHP) ew Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de (KHK) betal kiriye ku rê li ber girtina rojname, kanalên televizyonê û ajansan vedikir û dest datanîn ser mal û milkên wan. Dadgehê paragrafa çarem a xala duyem a KHKya hejmar 6755ê betal kiriye.
CHPyê di serlêdana xwe de gotibû, bi xala navborî re dest datînin ser mal û milkên radyo, televizyonên taybet, rojname, kovar, weşanxane û rê û rêbazên belavkirinê û ev jî tê wateya cezayê destdanîna giştî. CHPyê diyar kiriye ku ev li dijî mafê malk û milkan e. Her weha destnîşan kiriye ku bi vê biryarê re mafê îfadekirin, çapemenî û bidestxistina nûçeyan û weşana demkî û bêdem sînor dike ku li civakên demokratîk pîvanên wê hene û ev jî ne li gorî prensîba dewleta hiqûqê ye û li dijî destûra bingehîn e.
Dadgeha Destûrî jî di biryara xwe de gotiye, xala 28an a Destûra Bingehîn a derbarê biryara girtina weşanên bêdem bi biryara dadgehan, diyar kiriye ku girtin cezayekî giran e.
Dadgeha Destûrî her weha gotiye ku ji bo girtina demkî jî divê biryara dadgehekê hebe û girtina rasterast bê şik û guman, midaxeleyeke giran a li ser azadiya mafên bingehîn û azadiyan e.
Di dema Rewşa Awarte de çend dezgehên weşanê hatine girtin?
Piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê di 20ê Tîrmeha 2016ê de ji ber Rewşa Awarte, 32 KHK derxisin. Hikûmetê di 19ê Tîrmeha 2018ê de Rewşa Awarte bi dawî kiribû ku du salan domandibû û heft caran dirêj kiribûn.
Di du mehên destpêkê yên Rewşa Awarte de 620 kartên çapemeniyê, 34 kartên çapemeniyê yên parlamentoyê û pasaportên hin rojnamegeran betal bûbûn. Di vê demê de KHKya hejmar 668ê (27.07.2016), hejmar 675ê (29.10.2016), hejmar 677ê (22.11.2016), hejmar 670yî (17.08.2016), hejmar 689ê (29.04.2017), hejmar 693yê (25.08.2017) û hejmar 695ê (24.12.2017) û hejmar 701ê (08.07.2018) li ser hev 204 dezgehên medyayê; 6 ajansên nûçeyan, 70 rojname, 20 kovar, 41 radyo, 38 TV û 29 weşanxane-şîrketên belavkariyê girtibûn.
Ji van biryarên girtina 17 rojname, 4 radyo, 4 kanalên televizyonê, bi giştî 25 dezgehên medyayê betal kiribûn.
Di dema Rewşa Awarte de 179 dezgehên medyayê (53 rojname, 34 TV, 37 îstasyonên radyoyan, 20 kovar, 6 ajansên nûçeyan û 29 weşanxane) girtibûn. (HA/FD)