Fotograf: HDP
Sarûhan Olûç, Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere kiriye ku ew ê li dijî biryara betalkirinê ya parlamenteriya parlamenterên xwe serî li Dadgeha Destûrî bidin.
Olûçî li Parlamentoyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û derbarê mijarê de zanyarî dane.
Berdevkê HDPyê diyar kiriye ku ji bo biryara betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Musa Farisogullariyî ew ê serî li Dadgeha Destûrî bidin û bixwazin ev biryar ji holê rabe.
Olûçî, gotiye ku di daxuyaniya Serokê Dadgeha Destûrî de jî xuya dike ku êdî daraz genî bûye û wiha berdewam kiriye: "Sînorkirin û astengiya mafên demokratîk û azadiya mafan hemû encamên vê bêhiqûqî û genîbûna darazê ne. Îro Desûra Bingehîn ne di meriyetê deye. Destûra Bingehîn a Qesrê heye. Niha Destûra Bingehîn a Qesrê di meriyetê de ye. Serokê Dadgeha Destûrî gelek dane û delîlan dixe destê me. Em 2 bangan li Dadgeha Destûrî dikin. Yek jê divê Dadgeha Destûrî serdestiya hiqûqê biparêze. Li gorî pîvanên gerdûni yên hiqûqê tev bigere. Ya din jî divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî ku îmze kiriye tev bigere. Divê li gorî Destûra Bingehîn a Qesrê gavan neavêje.”
Sarûhan Oluçî, aniye ziman ku wê li dijî biryara betalkirina wekilên HDPyê serî li Dadgeha Destûrî bidin û bixwazin biryara betalkirina wekîlan bê rakirin û wekiltiya wan li wan bê vegerandin.
Çi bûbû?
Piştî di Desteya Giştî ya Meclîsê de cezayên ku Dadgeha Bilind daye her sê parlamenteran hatiye xwendin, parlamenteriya Enîs Berberlioglû, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê û herdu parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullari hatibû betalkirin.
Rakirina parêzbendiyê û hilweşandina parlamenteriya Enis Berberoglu ji ber doza Rêxistina Istixbaratê ya Netewî (MIT) bûye. Berberoglû ji ber belavbûna nexweşiya covid-19ê roja înê hatibû tehliyekirin.
Herwiha parlamenteriya her yek ji parlamenterê HDPyê Musa Farisoglullari û Leyla Guvenê jî ji ber doza Koma Civakên Kurdistan (KCK) hatibû betalkirin. Leyla Guven duh (9ê Hezîrana 2020an) saetên şevê hatibû tehliyekirin.
Herdu parlamenterên HDPyê Leyla Guven û Musa Farisoglullari ku niha parlamenteriya wan hatiye hilweşandin, pêştir di 24ê Îlona 2019an de cezayê girtîgehê bi ser wan de hatibû sepandin. Her du parlamenteran bi tohmeta "Endamtiya Rêxistina Terorê " ji aliye 2em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve ceza girtibûn. Dadgehê 9 sal ceza dabû Farisogûlları û 6 sal û 3 meh jî ji Leyla Guvenê birîbû.
Cezayê her sê parlamenteran ji aliyê 16em Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind ve hatibû pesend kirin. (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya (MA)