Qeyûmî meclîsa Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê fesh kiriye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mehmet Emin Bilmez piştî ku wek qeyûm ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê hatî wezîfedarkirin bi peyamekê endamên meclîsa şaredarîyê agahdar kiriye ku meclîs hatiye feshkirin.
Li gor peyama qeyûmî encûmen dê karên meclîsê bikin.
Yek ji endamên meclîsa şaredarîyê, Cemil Komiyî ji bianetê re eşkere kiriye ku berê jî kiriyarên nehiqûqî li wan hatine kirin.
“Di roja pêşiyê ya hatina qeyûmî de karê me hat astengkirin. Di heman rojê de, di sê çar sietan de encûmenên daîmî hatine hilbijartin. Bûrokratên şaredarîyê wek encûmen hatine hilbijartin. Me jî fêm nekir ka çi çêbû.
“Vêca niho jî karên me ji me hatiye standin û ji bo wan hatiye dayin.
“Berê jî heman kiriyara nehiqûqî hatibû kirin û em bi vî awayî du salan hatibûn birêvebirin.”
Di meclîsa şaredarîyê de 44 endamên HDPyê û 27 endamên AKPyê hebûn.
(EMK/MB)
"Lihevkirina bajarî îrade ye, krîmînalîzekirin wê nayê qebûlkirin"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin

23EMÎN MEŞA ŞEVA FEMİNÎSTAN
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - SİBAT 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin

Nîmet Tanrikûlû tehliye bû
