Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe di 29emîn salvegera qetilkirina xwe de li Goristana Kemer a Esenler a Stenbolê li ser gora xwe hat bibîranîn. Goktepe ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin.
Nûnerên saziyên pîşeyî, mafparêz û rojnameger beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Kesên beşdarî merasîmê bûn qerenfîl danîn ser gora Metîn Goktepe. Di merasîma bîranînê de bê navber dirûşmên "Çapemeniya azad bêdeng nebû û wê bêdeng nemîne", "Metîn Goktepe nemir e" û "Em hemû metîn in" hatin berzkirin. ".
Di çalakiya bîranînê de Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Hakki Ozdal axivî û diyar kir ku ew 30 sal in ji bo Metîn Goktepe tên ser vê gorê, ew ê bên û hêrsa wan zindî ye. Ozdal got, "Hêrsa me kengî hesabê Metîn were pirsîn wê bi dawî bibe.”
Di merasîmê de rojnameger, mafparêz û siyasetmedar axivîn.
Her weha xwişka Goktepe, Meryem Goktepe jî wiha got: “Metîn, rojnamegerê karker, kedkar û bindestan bû. Li ku derê têkoşîn hebûya, Metîn li wir bû. Ez, rojnamegerên ciwan ên rojnamegeriya xwe li ser şopa Mûsa Anter, Ugur Mumcu û Metîn Goktepeyan didomînin silav dikim. Hûn her hebin. Evrensel dinivîse, Metîn dijî.”
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin bi bîr xist û got ku dewlet bi qetilkirina rojnamegeran hewl dide rastiyan veşêre. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî Goktepe û rojnamegerên hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku dê têkoşîna wan bidomînin. Serokê CHP’a Stenbolê Ozgur Çelîk jî got ku dê her tim li cem rojnamegeran cih bigirin.
Piştî axaftinan, beşdadran qurnefîl danîn ser gora Goktepe û bîranîn bi dawî bû.
Kuştina Metîn Goktepe û doza wî
Metîn Goktepe 8ê Kanûna Paşiyê ya 1996ê ji bo şopandina cenazeyê wan girtiyan çû Alîbeykoyê ku li Girtîgeha Umraniyê hatibûn kuştin.
Lê ji ber ku karta wî ya çapemeniyê tune bû destûra ketina navçeyê nedan wî. Tevlî bi sedan kesan hat desteserkirin û ew birin Salona Sporê ya Girtî ya Eyubê. Li vir rastî tundkariya polîsan hat û hat kuştin.
Hat îdiakirin ku Metîn Goktepe ji ser dîwerî ketiye.
Doz ji Stenbolê rakirin Aydinê û bi hinceta “ewlekariyê” jî birin Afyonê.
Piştî ku dozê destpêkir bi sedan rojnameger, nûnerên rêxistinên pîşeyan, endamên Partiya Kedê (EMEP) û mafparêz bi otobusan ji Stenbolê çûn Aydinê û piştî ku doz çû Afyonê berê xwe dan wir û Doza Goktepeyî şopandin ku qasî 30 civînan berdewam kir.
Doz 28ê Îlonê ya 2000ê bi encam bû ku ji ber sûcên “bi awayekî berbiçav kuştina mirovan” û “bi rengê ku failê wê ne diyar kuştina mirovan” her polîsek rastî 7 sal û 6 meh cezayên girtinê hatin. Polîsek piştî ku Dadgeha Bilind biryar xerabkir 20 meh cezayê girtîgehê stand û 5 meh cezayê jidûrxistina erka xwe dane wî.
Yaseya Tehliyeya Bişert û Paşxistina Cezayan a di 19yê Kanûna Pêşiyê ya 2000î de derket hişt ku polîs beriya cezayê xwe biqedînin tehliye bibin.