Dengê "Xewna derew" a Diljen Ronî li Stenbolê veda
Wêne: Murat Bayram / bianet
Diljen Ronî piştî derêxistina albûma xwe ya nû ya bi navê “Xewna Derew” yekem konsera xwe li Stenbolê da.
Albûma Diljen a nû ji neh stranan pêk tê. Çar stranên di albûmê de yên wî bi xwe ne. Konsera wî li mekaneka bi navê Cemîyet bû. Mekan li navçeya Beyogluyê ye. Stranbêjî stranên evînî û keyfxweşiyê gotin.
Diljen Ronî û Ruşen alkarê strana “Sînê” bi hev re got. Piştî duetê(bi hev re gotina stranê) Diljen Ronî da zanîn ku wan ji bo strana Sînê klîbekê amade kiriye.
Diljen Ronî, dixtor(bijîşk) e û li Stenbolê dixebite. Ew ji Cizîra Botan e û ji malbata Bedirxaniyan e.
Diljen Ronî yekem albûma xwe ya bi navê “Çend gotinên evînê” sala 2008ê derêxistibû. Wî di sala 2012ê ê albûma bi navê “Du demsal” û îsal albûmeka bi navê “Çile” derêxistibû. Xewna derew albûma stranbêjî ya çarem e.
(MB)
Wêneyên nûçeyê: Murat Bayram / bianet
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)