Wêne: Murat Bayram / bianet
Diljen Ronî piştî derêxistina albûma xwe ya nû ya bi navê “Xewna Derew” dest bi rêzekonseran kiribû. Konsera Diljen a li Stenbolê dê 1ê Sibatê, siet 21.30ê li Collective Terraceyê be.
Diljen Ronî, dixtor(bijîşk) e û li Stenbolê dixebite. Ew ji Cizîra Botan e û ji malbata Bedirxaniyan e.
Diljen di albûma xwe ya nû de strana "Sînê" jî gotiye(YouTube/DiljenRoniOfficial)
Diljen Ronî yekem albûma xwe ya bi navê “Çend gotinên evînê” sala 2008ê derêxistibû. Wî di sala 2012ê ê albûma bi navê “Du demsal” û îsal albûmeka bi navê “Çile” derêxistibû. Xewna derew albûma stranbêjî ya çarem e.
(MB)