TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 196
"Rojnameger û hiqûq bixwe temînata nûçeya ne"
Di qonaxa sê mehên destpêkê yên sala 2021an de di bin bêcezatiya ku hêz ji derdorên tifaqa li desthilatdarê digire, êrîş li 12 rojnamegerên din hatine kirin. Karmendekî radyoyê hatiye kuştin. Di gel her tiştî 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz be.
3 Gulan 2021
Erol Önderoğlu,Sinem Aydınlı
Duh 25 hezar û 980 kes bi Covid-19ê ketine, 340 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 240 hezar û 145 kesan hatine kirin û di encamê de testa 25 hezar û 980 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 340 kes jî mirine.
3 Gulan 2021
DISK, KESK, TMMOB û TTByê li Qada Taksîmê 1ê Gulanê pîroz kir
Hejmareke hindik ji rêveber û endamên sendîkayan û nûnerên rêxistinên pîşeyî çûn Qada Taksîmê û kesên di bernameyên 1ê Gulanan de can dane, bibîr anîn.
1 Gulan 2021
Vedat Örüç
Polîsan li Enqereyê midaxeleyî pîrozbahiya 1ê Gulanê kiriye
Polîsan li Enqereyê midaxele li wan kesan kiriye ku xwestine 1ê Gulanê pîroz bikin û 5 kes desteser kirine.
1 Gulan 2021
Li Stenbolê hejmara çalakgerên desteserkirî ji 200î derbas bûye
Polîsan karker û xwendekarên xwestin ji Omer Hayyam, Mecîdiyekoy, Kaşê Kazanciyê, Dolmabahçeyê û Osmanbeyê, biçin Taksîmê desteser kirin.
1 Gulan 2021
Vedat Örüç
Ji 45 rêxistinên kedê ji bo karkeran 13 daxwaz
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê û 44 rêxistinên kedê pêş 1ê Gulanê daxwazên ewlekarî û tenduristiya karkeran yên hevpar bi 13 xalan aşkere kirine. Her weha rêxistinan banga îmzekirinê û tekoşîna bi hev re ji hemû aliyan kiriye.
30 Nîsan 2021
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê: Di dema çalakiyan de girtina dîmenan qedexe ye
Midûriyeta Emniyetê girtina vîdeo û fotografan a di dema çalakiyan de qedexe kiriye. Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ev biryara Midûriyetê derxistiye holê.
30 Nîsan 2021
Li Îsraîlê di pîrozbahiyên Cejna Lag BaOmerê de 44 kesan can daye
Li Îsraîlê di dema pîrozbahiyên Cejna Lag BaOmerê de 44 herî hindik 44 kes mirine û 150 kes birîndar bûne.
30 Nîsan 2021
Dema qedexeya derxistina ji karî heta 30ê Hezîranê dirêj bûye
Biryara ku qedexeya derxistina ji karî wê hata 30ê Hezîranê be, di Rojnameya Fermî de weşiyaye. Her weha piştgiriya bi esnaf û pîşekaran jî ji bo meheke din dirêj bûye.
30 Nîsan 2021
Biryara “betalkirina Peymana Stenbolê” di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin
Biryara betalkirina Peymana Stenbolê li gorî xala 3em ya Biryarnameya Serokomariyê hatibû dayîn. Li gel betalkirina peymanê jin bi berdawamî dibêjin “Peymana Stenbolê ya me ye”
30 Nîsan 2021
Bulent Şikî beraet kiriye
Dadgeha Îstînafê 15 meh cezayê girtîgehê yê dadgehekê li Bulent Şikî birî bû, qebûl nekiriye û biryara beraetê ji bo Şikî daye.
30 Nîsan 2021
Duh 37 hezar û 674 kes bi Covid-19ê ketine, 339 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 278 hezar û 108 kesan hatine kirin û di encamê de testa 37 hezar û 674 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 339 kes jî mirine.
30 Nîsan 2021
Polîsan li Enqere û Îzmîrê midaxeleyî pîrozbahiyên 1ê Gulanê kiriye
Ji ber ku li gelek bajaran Waliyan bi sedema tedbîrên Covid-19ê qedexe kiriye, pîrozbahiyên 1ê Gulanê îro hatiye pîrozkirin. Polîsan li Enqede û Îzmîrê midaxele li pîrozbahiyan kiriye.
29 Nîsan 2021
Dadgeha Bilind cezayê Selahattîn Demîrtaş pesend kiriye
Dadgeha Bilind, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê hatibû birîn, pesend kiriye.
29 Nîsan 2021
Xelata Filmê Herî Serkeftî ya RojaZer dane "Hewno Bêreng"ê
12em Festîvala Fîlmên Kurdî a Londonê ku di navbera 16-27ê Nîsanê de bi awayekî online pêk hatibû, bi merasimekê xelatdayînê bi dawî bûye. "Hewno Bêreng"a derhêner Mehmet Alî Konar xelata Fîlmê Herî Serkeftî ya RojaZer bi dest xistiye.
29 Nîsan 2021
Dadgeha Destûrî: “Bila lêpirsîna tundkariya polîsan a li Geziyê were kirin”
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya derbarê serlêdana Erdal Sarikayayî de daye ku Sarikaya di dema berxwedana Geziyê de bi guleya gazê birîndar bûbû. Dadgehê biryar daye ku ji bo lêpirsîna polîsan bikin, dosyayê bişîne dozgeriyê.
29 Nîsan 2021
Ayça Söylemez
Nagîhan Akarselê behsa kovargeriya jinan a kurdî kir
Akarselê behsa kovara Roza, Jûjin û Jin û Jiyanê kir ku di destpêka salên 1990ê de dest bi weşana xwe kirine. Nagîhan Akarselê diyar kir ku ev kovar di encama xebatên Koma Jinên Kurd a Serbixwe de çap bûne.
29 Nîsan 2021
DÎSKê danasîna pirtûka “1ê Gulana 1977ê” ya bianetê kir
Di bernameya 1ê Gulanê ya DÎSKê de danasîna pirtûka biaentê ya derbarê 1ê Gulana 1977ê de, hejmara taybet a 1ê Gulanê ya LeMAnê û strana 1ê Gulanê hate kirin.
29 Nîsan 2021
Di operasyona “Pence-Brûsk”ê de leşkerek din miriye
Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiriye ku di dema operasyona leşkeri ya bakurê Iraqê de Hûsamettîn Gokçe, serleşkerê pispor miriye.
29 Nîsan 2021
Duh 40 hezar û 444 kes bi Covid-19ê ketine, 341 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 283 hezar û 261 kesan hatine kirin û di encamê de testa 40 hezar û 444 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 341 kes jî mirine.
29 Nîsan 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“Bi bahaneya Covid-19ê şertên tecrîd û îzolasyonê girantir kirine”
Şaxê Stenbolê yê IHDyê rapora xwe ya sê mehan a derbarê girtîgehên li herêma Marmarayê de aşkere kiriye. Li gorî vê raporê “bi bahaneya şewbê hemû mafên civakî betal kirine û şertên tecrîd û îzolasyonê girantir kirine.”
28 Nîsan 2021
Fransa: Ajansa Anadolûyê navenda propagandayê ye û nûçeyên nerast çêdike
Li Fransayê saziyeke ser bi Wezareta Navxweyî gotiye, Ajansa Anadolûyê nûçeyên nerast çêdike û ajans weke navendeke propagandayê binavkiriye.
28 Nîsan 2021
Erdheja Îzmîrê: Biryara desteserkirina 22 kesan hatiye dayîn
Di lêpirsîna derbarê erdheja Îzmîrê de piştî rapora zanayan biryara desteserkirina 22 kesan hatiye dayîn. Di erdeheja Îzmîrê de 117 kesan can dabûn.
28 Nîsan 2021
Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Apê Mûsayî piştî 54 salan careke din çap bûye
Weşanxaneya Aramê piştî 54 salan careke din Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Apê Mûsayî ango Mûsa Anterî çap kiriye. Weşanxaneyê tevlî ferhengê hemû pirtûkên Mûsa Anterî di cildekê de kom kiriye.
28 Nîsan 2021
Dadwerî: Mafekî qanûnî ye ku bêjin polîs “îşkenceyê dikin”
Dadweriya Înfazê sansura nameya parêzer Gokoglû ya ku "polîsan îşkence kiriye û dadweran ev îşkence weke sûc nedîtiye" nirxandiye û biryar daye ku "Di Destûra Bingehîn de azadiya ragihandinê hatiye binpêkirin."
28 Nîsan 2021
Ayça Söylemez
Can Dundar û 16 kesên din wê dîsa bi Osman Kavalayî re werin dadgehkirin
Beriya niha ji ber ku li derveyî Tirkiyeyê bûn ya Can Dundar û Mehmet Alî Alaborayî jî di nav de dadgehê di doza Geziyêde biryara dadgehkirineke cida ji bo 7 kesan dabû. Lê piştî biryara Dadgeha Îstînafê wê heman kes bi hev re werin dadgehkirin.
28 Nîsan 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Zarokekî 8 salî di hewdê avê de can daye
Li Kutahyayê laşê zarokekî 8 salî li hewdê avê de hatiye dîtin. Beriya niha li bajarên cida 5 zarok di cihokên avê de fetisîbûn.
28 Nîsan 2021
IHDyê giliyê Umît Ozdagî kiriye
IHDyê daxwaz kiriye ku li gorî Xala 106 û 216ê ya TCKyê û Xala 14ê ya PMMEyê dozê li Umît Ozdagî vekin.
28 Nîsan 2021
Duh 43 hezar û 301 kes bi Covid-19ê ketine, 346 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 282 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 43 hezar û 301 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 346 kes jî mirine.
28 Nîsan 2021
Pervîn Bûldan: Ma mirov wê keviran bixwe?
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPê têkildarî tedbîrên nû yên ku duh hatibû aşkere kirin gotiye, “Ew ê cejna reş bi gel bidin jiyîn. Esnafan ji bo cejnê amadekarî kiribû. Niha ew bêçarene ku derebeyên xwe dabixin.”
27 Nîsan 2021
“Dadgehkirineke rewa nebû, qanûn pêk neanîn”
Parêzerên doza Kobaniyê di daxuyaniye xwe de gotiye, wan bang li dadgehê kiriye da ku serbixwe be lê li beramberî vê bangê heyeta dadgehê derî nîşanî wan daye.
27 Nîsan 2021
Ji ber daxuyaniya “Qirkirinê” lêpirsînname ji bo Baroya Amedê amade kirine
Serdozgeriyê ji ber vê daxuyaniyê bi tohmeta ku “Gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê biçûk xistiye” lêpirsîna Serokê Baroyê û endamên lijneya rêveber a baroyê kiriye.
27 Nîsan 2021
1
...
194
195
196
197
198
...
205
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver