Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Civata Birêvebirinê ya Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) û malbata Aydin Erdemî têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) ya derbarê Erdemî de daxuyanî dane.
Abdûllah Zeytûn, Serokê Şaxa Amedê yê ÎHDyê diyar kiriye û gotiye, “Derbarê faîl de lêpirsînekî çalak nehat birêvebirin û doz nehat vekirin. Piştî demekê jî derbarê dosyeyê de biryara neşopandinê hat dayîn. Me biş rêya Komîsyona xwe ya Hiqûqê ya ÎHDyê doz birin DMMEyê.”
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê têkildarî mirina Aydin Erdemî biryara îxlalê daye û divê 13 hezar û 500 Euro tezmînatê bidin malbatê.
Aydin Erdem, xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê li Amedê di 6ê Kanûna 2009an de di xwepêşandanên girtina Partiya Civaka Demokratîk(DTP) de bi guleya polîsan hatibû kuştin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê Abdûllah Zeytûn, Serokê Şaxa Amedê yê ÎHDyê di daxuyaniyê de aşkere kiriye ku piştî biryara DMMEyê ya têkildarî Erdemî ji bo faîl werin cezakirin ewê li dozgeriyê gilî bikin.(AS/AY)