TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 189
Doza Las Tesisê: Dadgehê biryara beraetê ji bo 6 jinan daye
6 jinên ku ji ber beşdarî Las Tesis, dansa protestoyê bûbûn û doz li wan hatibû vekirin, beraet kirine. Parêzer Tûba Torûnê, piştî danişînê wiha gotiye: “Encama mafdar a dadgehkirina neheq e.”
10 Hezîran 2021
Li tevahiya cîhanê hejmara karkerên zarok bûye 160 mîlyon
ILO û UNİCEFê destnîşan kiriye ku hejmara karkerên zarok di nava 20 salan de cara yekeme zêde dibe û gîhaştiye 160 mîlyonan. Her weha her du saziyan hişyarî daye û gotiye, ji ber şewba kurewî Covîd-19ê 9 mîlyon zarok di bin xeteriyê de ne.
10 Hezîran 2021
Di sala 2020an de 24 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li mafparêzan birîne
Li gorî xebatên ku TIHVê kirine, di sala 2020an de 17 mafparêz ji ber 7 dozan hatine dadgehkirin û 24 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 7 mafparêzan birîne.
10 Hezîran 2021
Hejmara 20an a Kovara Dilopê derketiye
Kovara Dilopê di vê hejmarê de dosyayek li ser “Raperîna Nan a Diyarbekirê ya sala 1880an” amade kiriye.
10 Hezîran 2021
Li Teksasê, eyaleta DYAyê bi çekan êrişî baregeha leşkeri kirine
Li Teksasê, eyaleta DYAyê bi çekan êrişî baregehekî leşkeri kirine. Di êrişê de tu kes nemiriye û brîndar nebûye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
10 Hezîran 2021
Ahmet Şikî giliyê Bahçeliyî kiriye
Ahmet Şik, Parlamenterê TÎPê giliyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê kiribû. Parêzerên Şikî di gilînameya xwe de gotiye ku Bahçeliyî Şik aşkere kiriye hedef û gefa mirinê lê xwariye.
10 Hezîran 2021
Di rojekê de 350 hezar û 462 doz derziyên Covîd-19ê li mirovan xistine
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 350 hezar û 462 doz derzî li mirovan hatine xistin. Heta 9ê Hezîranê li Tirkiyeyê 18 milyon û 363 hezar û 865 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 391 hezar û 800 kesan doza 2yem, li ser hev 31 milyon û 755 hezar û 665 doz derzî hatine kirin.
10 Hezîran 2021
Duh 6 hezar û 454 kes bi Covid-19ê ketine, 87 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 224 hezar û 193 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 454 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 87 kes jî mirine.
10 Hezîran 2021
Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan
Guherîna îklîmê xetereya herî girîng e ji bo jiyana zarokên îroyîn û zarokên van zarokan.
10 Hezîran 2021
Çiğdem Çağlayan,Funda Gacal
Dozger ji bo Nûrcan Kayayê heta 5 salan cezayê girtîgehê xwestiye
Nûrcan Kaya, nivîskar û mafparêz ji ber ku di sala 2014an de tweeta “Li Kobaniyê ne tenê Kurd, tevahî gelên ku li wir dijîn li berxwe didin. Erebên demokrat jî li berxwe didin, mixabin şehîdên wan hene.” parve kiriye, heta 5 salan jê re cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
9 Hezîran 2021
HDP: Bila derziya HPVyê belaş be
Gulustan Kiliç-Koçyigit, Parlamentera HDPyê ya Mûşê, pêşniyaznameyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û xwestiye ku derziya HPVyê belaş be.
9 Hezîran 2021
"Di doza Buyukadayê de mafê Îdîl Eserê hatiye binpêkirin"
Dadgeha Destûra Bingehîn gotiye ji ber ku mafparêz Îdîl Eser weke girtî hatiye dadgehkirin mafê wê binpê bûye û biryar daye ku 40 hezar Lîreyê Tirk tezmînatê bidine wê.
9 Hezîran 2021
Dadgeha Îstînafê biryara beraetê ji bo rojnameger Temîzkanê daye
Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ya derbarê rojnameger Sabîha Temîzkanê de qebûl nekiriye. Temîzkanê ji ber ku di tweeteke xwe de gotibû, “Kampa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê…” dadgeheke herêmî sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî bû.
9 Hezîran 2021
Hikmet Adal
Pêvajoya şandina fîlman ji bo Festîvala Duhokê destpê kiriye
Rêveberiya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dûhokê pêvajoya qebûlkirina fîlman daye destpêkirin.
9 Hezîran 2021
Melîke Aydin, nûçegîhana JinNewsê beraet kiriye
Şahidên veşarî di danişînê de gotine ku ew Aydinê nas nakin. Dozgerî ji ber kêmbûna delîlan xwestiye ku beraet bibe.
9 Hezîran 2021
Di rojekê de 352 hezar û 279 doz derziyên Covîd-19ê li mirovan xistine
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 352 hezar û 279 doz derzî li mirovan hatine xistin. Heta 8ê Hezîranê li Tirkiyeyê 18 milyon û 113 hezar û 715 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 291 hezar û 488 kesan doza 2yem, li ser hev 31 milyon û 405 hezar û 203 doz derzî hatine kirin.
9 Hezîran 2021
Duh 6 hezar û 609 kes bi Covid-19ê ketine, 86 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 225 hezar û 527 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 609 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 86 kes jî mirine.
9 Hezîran 2021
Pervîn Bûldan: Doza ku ji bo girtinê vekirine wê HDPê mezintir bike
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPê destnîşan kiriye û gotiye, “Gel, çendin roj in dipirse, gelo dozgerekî nebû lêpirsîn bida destpêkirin. Daraza ku winda bû li ku dere derket? Di doza HDPê de.”
8 Hezîran 2021
Dadgehê ji bo Can Dundar daxwaza derxistina bultena sor kiriye
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derbarê Can Dundar, Derhênerê Weşana Giştî ê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê de daxwaza derxistina bultena sor kiriye. Dadgehê di doza sekinandina TIRên MÎTê de 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dundarî birîbû.
8 Hezîran 2021
Li DYAyê hukumet dixwaze zanyariyên şexsî yên rojnamegeran bidest bixin
Wezareta Dadê li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) israra bidestxistina qeydên telefon û e-meîlên rojnamegeran didomîne.
8 Hezîran 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rojnameger Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatiye qetilkirin yad kirine
Rojnameger û malbata Hafiz Akdemîr, nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê li Amedê, li wê kolana ku lê hatiye qetilkirin, ew yad kirine.
8 Hezîran 2021
Di rojekê de 358 hezar û 308 doz derziyên Covîd-19ê li mirovan xistine
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 358 hezar û 308 doz derzî li mirovan hatine xistin. Heta 7ê Hezîranê li Tirkiyeyê 17 milyon û 847 hezar û 112 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 13 milyon û 205 hezar û 812 kesan doza 2yem, li ser hev 31 milyon û 52 hezar û 924 doz derzî hatine kirin.
8 Hezîran 2021
HDP: Em ê destûrê nedin
Piştî ku Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind daxwaza girtina HDPyê kiriye, li ser medyaya civakî bi hashtaga “#HDPyiDeğilMafyayıYargıla” (Ne HDPyê lê mafyayê dadgeh bike) bertek nîşanî vê daxwazê dane.
8 Hezîran 2021
Duh 5 hezar û 647 kes bi Covid-19ê ketine, 91 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 218 hezar û 164 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 647 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 91 kes jî mirine.
8 Hezîran 2021
Serdozgeriya Dadgeha Bilind careke din daxwaza girtina HDPyê kiriye
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind dwaxaza girtina HDPyê kiriye. Serdozgeriyê bi armanca girtina HDPyê îdianameyek amade kiriye û ew îdianame şandiye Dadgeha Destûra Bingehîn.
7 Hezîran 2021
Serdozgeriya Enqereyê du lêpirsînname ji bo Ahmet Şikî amade kirine
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber axavtina wî ya di Medyascope TVyê de û ya di TELE 1ê de du lêpirsînname ji bo Ahmet Şikî amade kirine.
7 Hezîran 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Meclîsa Jinan a HDPê li Agiriyê serdana jinên koçer kiriye
Meclîsa Jinan a HDPê di çarçoveya kampanyaya "Ji xizaniya jinan re na" îro çûne zozanên navçeya Avkevirê ya Agiriyê û serdana jinên koçer kirine û piştre çûne Gundê Zîroya Agiriyê. Jinan diyar kirine ku ji ber HESa li gundê wan tê çêkirin hilweşandina ekolojîk pêk tê.
7 Hezîran 2021
Li Nexweşxaneyeke Stenbolê doktorekî cidakariya transfobîk kiriye
Erol K. Doktorê li Nexwşxaneya Perwerde û Lêklînê ya Taksîmê jina trans a bi navê Pelîn derman nekiriye û wiha gotiye: “Heke min bizanîba ku tu travestî yî min dest nedida te, destê min gemarî bû.”
7 Hezîran 2021
Parêzeran têkildarî îddiayên Pekerî gilî kirine
Koma Parêzerên Hemdem aşkere kiriye ku him têkildarî îddiayên vîdeoyên Pekerî wê gilî bikin him jî ji bo kesên ku bixwaze gilî bikin, daxwaznameyek weke mînak belav kirine.
7 Hezîran 2021
Dadgehkirina 33 jinan wê 26ê Çiriya Paşiyê dewam bike
Jinan beriya dadgehkirina 33 jinan xwestine li ber edliyeyê civîneke çapemeniyê li dar bixin lê polîsan mixadele li wan kiriye û gelek jin desteser kirine.
7 Hezîran 2021
Piştî 7 mehan diyarbûye ku 2 rojnameger mirine
Li herêma Kelbecerê ya ku Ermenistan jê paşve kişiyabû, di encama teqîna bîmeyekî antî tankî de rojnameger Sîraj Abyshev û Maharram Ibrahîmov mirine.
7 Hezîran 2021
Li dibistanên navîn û lîseyan perwerdeya rû bi rû destpêkiriye
Di çarçoveya tedbîrên Covîd-19ê de xwendekaran demekê bû bi awayê onlîne perwedeya xwe berdewam dikirin. Xwendekaran ji nû ve dest bi perwerdeya rû bi rû kirine.
7 Hezîran 2021
1
...
187
188
189
190
191
...
198
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver