Mîkaîl Aslan li Amedê konserek daye
Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê li bexçeyê avahiya Zarok Mayê konserek daye.
.jpg)
Fotograf: Bilal Güldem / MA
Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê li bexçeyê avahiya Zarok Mayê konserek daye.
Amîdartê konsera Aslanî saz kiriye. Aslanî di konserê de gelek stran strane ku “Mîraz”, “Çem Vano” û ya ji bo zarokan çêkiriya, ya bi navê “Din Dingo Banî Sero” hinek ji wan in.
Mîkaîl Aslanî ji bo strana “Çem Vano” gotiye “Ev muhabeta min û ya çem e. Bi taybetî yên ku li gundan dijîn baş dizanin, di mehên biharê de ava çeman radibe û rengek xweş lê dibe. A girîng ew e ku em wî rengî biparêzin û rêz bigirin.”
Cem Erdost Îleriyî jî di konserê de li tembûrê daye û strana “Bugün Bayram Günüdür” (Îro roja cejnê ye) tevlî Aslanî straye.
Mîkaîl Aslan wê îro li Sêwregê konserekê bide. (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.