Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine
Civata Çand û Hunerê ya Amîdartê ya ku navenda wê li Amedê ye bi alîkariya Qadên ji bo Çandê projeya bi navê “Di Rewşa Asayî ya nû de Qadên Online û Bêcî” daye destpêkirin. Di navbera 18ê Îlonê- û 10ê Kanûna Pêşiyê de wê bi 17 mûzîkjenan re, 13 çalakî pêk werin.