Li Amîdartê hevdîtinên online destpê kirine

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di pêvajoya pandemiyê de li gelek qadan hilberîn kêm bûye, heta sekiniye. Bandora pandemiyê her weha li qada çand û hunerê jî bûye. Di sektora mûzîkê de gelek çalakî-konser hatine betalkirin û mûzîkjen û guhdarvan ji ber vê, negihîştine hev. Êdî li şûna hevdîtinên rûbirû, prlatformên dîjîtal girtiye. Di vê rewşa mejbûrî de, Civata Çand û Hunerê ya Amîdartê ya ku navenda wê li Amedê ye, çalakiyên girîng amade kirine.
Amîdartê Qadên ji bo Çandê projeya bi navê "Di Rewşa Asayî ya nû de Qadên Online û Bêcî" daye destpêkirin.
Di navbera 18ê Îlonê û 10ê Kanûna Pêşiyê de wê 17 muzîkjenên ji qadên cûrbecûr li ser Instagram û Zoomê, ango bi du beşan bername li dar bikevin. Di van bernameyan de muzîkjen bi tirkî û kurdî (kurmancî-kirmanckî) hem pêşveçûnên xwe yên di mûzîkê de, tecrûbe û fikrên xwe, hem jî di derbarê 13 mijarên spesîfîk de minaqaşayan bikin.
Her wiha piştî hevdîtinên online wê ji bo qalîteyê û liberdestbûna van hevdîtinan; qeydên vîdeoyan û qeydên dengan werin tomarkirin. Piştî vê bi tomarkirin û sererastkirineke baş wê li ser Youtube, Spotîfy û IGTVyê wek video û podcast werin weşandin.
Mûzîkjenên ku di vê projê de cî girtine û mijarên wan ev in;
Alî Tekbaş (Lawje), Berhevkirina Mûzîkal û Pêvajoya wê
Vedat Yildirim (Kardeş Turkuler, Bajar), Teknîk û Cûreyên Vokalê
Alî Dogan Gonultaş (Zê Tîje, Xo Bi Xo), Di Mûzîkê de Vegotina Çîrokan û Cûreyên wê yên Kevneşopiyê
Sîmir Rûdan, Di Mûzîka Kurdî de Formên Rojava û Mînakên Wê
Mehmet Akbaş, Formên Kevneşopiyê
Tahîr Palalî, Platformên Dijîtal ên Mûzîkê, Konserên Onlîne û Tecrûbeyên www.artistlockdown.comê
Ronî Artin, Reqso, Arjîn, Mûzîka Kurdî ya Rep û Reaksiyonên Wê
Sakîna, Li Dîasporayê Mûzîka Kurdî
Rewşen Çelîker, Wek Sektorekê di Mûzîkê de Derfet û Bêderfetiyên Jinan
Mehmet Atli, Nivîsandina Gotaran û Çêkirina Helbestan
Burcu Yankin (Kardeş Turkuler, Mîraz), Teknîkên Rîtmê û Mînakên Rîtmê yên Cîhanê
Mavîş Guneşer, Metîn & Kemal Kahraman, Di Mûzîkê de Ciyê Bawerî û Çandê
Ma Musîk Center (Ramîn Rebî’î, Şêrko Kanîwar), Girîngiya Perwerdehiya Muzîkê ya Serdema Destpêkê Bi Zimanê Dayikê û Stranên Zarokan.
(BD/NO/AY/FD)
Civata Huner&Çand a Amîdartê wê “deng”ên Amedê tomar bikin

Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî

Walîtiya Edeneyê şanoyên bi kurdî qedexe kiriye

BÎRCAN DEGIRMENCIYÊ NIVISIYE
Demsala nû ya Şanoya Bajêr a Amedê wê bi "Tartuffe" dest pê bike

“Seher”a Demîrtaşî bi kurdî hatiye çapkirin
