Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Belgefilma bi navê Nû Jîn a ku Veysî Altayi derhêneriya wê kiriye, behsa sê jinan dike ku têkoşîna li dijî DAIŞê kirine. Belgefilm 14ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2015ê de li Sînemaya Yilmaz Guneyî ya Şaredariya Êlihê hatiye nîşandan. Dozgeriya Komarî ya Êlihê bi hinceta ku propagandaya rêxistinê kiriye doz li derhêner Altay û Dîcle Anterî vekiriye ku wê demê midûrê Sînemaya Yilmaz Guneyî bûye û paşê di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de ji kar hatiye dûrxistin.
Wêneyê şervana YPJyê û ala YPGyê ya li ser afîşa belgefilmî ji hêla dozgeriyê ve “sûc” hatiye dîtin.
Doz li 2yem Dadgeha Cezayê Giran hatiye dîtin û encam daye. Heyeta dadgehê di biryara xwe de li gorî xala 7/2yê ya Yasaya Hejmar 3713ê 3 sal û 6 meh ceza daye Altay û Anterî. Lê li gorî xala 62yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ji 6ê 1ê vî cezayî xistiye û ceza kiriye 2 sal û 6 meh.
Parêzer: Film li gelek welatan hatiye nîşandan
Mehmet Bagatir parêzerê Altayî gotiye, film behsa êrîşên DAIŞê yên sala 2011ê biriye ser Kobanê dike û miwekilê wî ne siyasetmedar lê sînemavan û hunermend e û bi vê nasnameya xwe tevgeriya ye. Bagatirî diyar dikiye ku afîş weke sûc hatiye dîtin û ev ne adil e û film li gelek welatan di gelek festîvalan de hatiye nîşandan û xelat wergirtiye.
Anter: Ez rêveberê sînemayê me
Anterî diyar kiriye ku di îdianameyê hatiye gotin “fermana daliqandina afîşê daye” û ev hevok biryara înfazkirinê ya derbarê wî de ye. Anterî wiha berdewam kir: “Weke ku ez ne xebatkarê şaredariyê lê endamê rêxistinê bim, min nîşan dide. Lê weke rêveberê sînemayê min afîşa vî filmî jî weke hemû fîlmên din bi awayekî standart daye daliqandin.” (BD/HK/FD)