Dadgehkirina derhêner Weysî Altayî û Dîcle Anterî ya ji ber nîşandana fîlmê “Nû Jîn”ê li 2yem Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê dewam kiiye.
Ji ber fîlm di sala 2015an de li Sînemaya Yilmaz Guneyî ya Şaredariya Êlihê hatibû nîşandan, doz li derhêner Weysî Altay û Midûrê Sînemaya Yilmaz Guneyî, Dîcle Anter, kurê Mûsa Anterî vebûbû. Altay û Anter bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê” kirine, hatibûn dadgehkirin. Dadgehê cezayê girtîgehê li Altay û Anterî birîbû. Lê Dadgeha Îstînafê cezayê navborî qebûl nekiribû û Altay û Anter ji nû ve hatibûn dadgehkirin.
Bixwîne - Dadgehê ji ber afîşeka filmekî ceza daye Veysî Altay û Dîcle Anterî
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Altay, Anter û Mehmet Batir, parêzer Mehmet Bahatir beşdarî danişînê bûne.
“Belgefîlm rastiyê vedibêje”
Piştî ku nasnameyên Altay û Anterî hatine diyarkirin, parêzer Mehmet Bahatir axiviye û diyar kiriye ku tohmeta heyî bêbingeh. Bahatirî xwestiye biryara qedexeyê ya derketina ji derveyî Tirkiyeyê ji ser Altay û Anterî rabe.
Piştî Bahatirî, Weysî Altay axiviye û gotiye ku afîşên belgefîlman nabe sûc û afîş wêneyek ji ber belgefîlmî hatiye girtin. Altayî wiha dewam kiriye: “Min weke derhênerhi, li ser rastiya heyî belgefîlmek çêkir. Li wir çi qewimî be, me ew girt. Em dibîn ku afîş nabe propaganda. Me ev belgefîlm li gelek cihan da nîşandan, wekî sûc nehat hesibanin. Lê li vir sûc tê hesibandin. Polîsê ku roja pêşiyê rapor nivîsand got ku ew ti tawanê tê de nabîne, vê carê polîsekî din hate şandin da ku tawanekê biafirîne û ev doz hate vekirin.”
Dîcle Anterî jî diyar kiriye ku wî wekî xebatkarekî şaredariyê li gorî destûra heyî, belgefîlm daye nîşandan: “Ev belgefîlm bi ti awayî nabe tawan. Lê bi fermanê hewl didin ku belgefîlma li gelek cihan hatiye nişandan, bikin tawan. Li Êlihê hewl didin ku ev belgefîlm îlegalîze bibe.”
Piştî wê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Dadgehê 10 meh cezayê girtîgehê li Dîcle Anterî biriye û veguhestiye cezayê pereyan. Li gorî vê, dadgehê 6 hezar TL cezayê pereyan li Anterî biriye. Dîsa sal û 15 roj cezayê girtîgehê li Weysî Altayî biriye û ev ceza taloq kiriye. Dadgehê her weha biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê ya Altay û Anterî rakiriye.
Çi bûbû?
Belgefilma bi navê Nû Jîn a ku Veysî Altayi derhêneriya wê kiriye, behsa sê jinan dike ku têkoşîna li dijî DAIŞê kirine. Belgefilm di 14ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2015ê de li Sînemaya Yilmaz Guneyî ya Şaredariya Êlihê hatiye nîşandan. Dozgeriya Komarî ya Êlihê bi hinceta ku propagandaya rêxistinê kiriye, doz li derhêner Altay û Dîcle Anterî vekiriye ku wê demê midûrê Sînemaya Yilmaz Guneyî bûye û paşê di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de ji kar hatiye dûrxistin.
Wêneyê şervana YPJyê û ala YPGyê ya li ser afîşa belgefilmî ji hêla dozgeriyê ve “sûc” hatiye dîtin.
Doz li 2yem Dadgeha Cezayê Giran hatiye dîtin û encam dabû. Heyeta dadgehê di biryara xwe de, li gorî xala 7/2yê ya Yasaya Hejmar 3713ê 3 sal û 6 meh ceza dabû Altay û Anterî. Lê li gorî xala 62yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ji 6ê 1ê vî cezayî xistibû û ceza kiribû 2 sal û 6 meh. Parêzerê Altay û Anterî serî li Dadgeha Îstînafê dabû û îstînafê biryar qebûl nekiribû. (FD)