Fotograf: BBC News
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Wahîda Faîzî, beriya ji welatê xwe derkeve, li Balafirxaneya Kabûlê bi BBC Newsê re axiviye.
Wahîda Faîziyê li nava wê girseya ku dixwaze ji welêt bireve ji nûçegîhana BBCyê re wiha gotiye: “Ez ji welatê xwe hez dikim lê nikarim li vir bimînim.”
Her roj bi hezaran afganî ji bo ji rêveberiya Talîbanê bireve li ber deriyê Balafirxaneya Kabûlê kom dibin, ew deriyê ku ji têlên bi dirî hatine dorpêçkirin.
Faîziyê gotiye ew dizane wê rêveberiya Talîbanê wê bikuje û digirî: “Dizanin ez kî me û min çi kiriye. Wê min bikujin.”
Faîzî dema ber bi deriyê Balafirxaneya Kabûlê ve meşiyaye gotiye, ew dizae wê venegere Afganistanê: “Ji niha û pê de ev der ne welatê min e.” (PT/FD)