TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 138
Li gorî TUIKê hejmara bêkaran di sala 2021an de ‘3 mîlyon û 919 hezar kes’ bûye
Li gorî daneyên ku TUIKê aşkere kiriye di sala 2021an de hejmara kesên bêkar yên ku salên wan 15 û jê berjortire 3 mîlyon û 919 hezar bûye.
23 Adar 2022
Li Marîûpolê 100 hezar sivîl asê mane
Serokdewletê Ûkraynayê Zelenskiyî gotiye ku Rûsyayê dest daniye li ser karwana alîkariya mirovî.
23 Adar 2022
Bihayê benzînê 1,68 TL, yê mazotê jî 1,59 TL zêde bûye
Piştî zêdekirinê, lîtreya bihayê benzînê li Stenbolê bûye 19,78 TLyî, yê mazotê jî bûye 22,27 TLyî.
23 Adar 2022
Li Êlihê jin û keçên fitbolîst di bin banê Karşiyakasporê de li hev kom bûne
Fitbolîstên keç ên tîma Karşiyakasporê di Lîga TFFyê ya 3yan Koma Pyê de têdikoşin. Di timê de 28 jinên Êlihî hene û ew armanca dikin ku li ser navê jinên Êlihê gelek serkeftinan bidest bixin.
23 Adar 2022
Şirin Seçkin
Duh 17 hezar û 426 kes bi Covid-19ê ketine, 90 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 296 hezar û 866 kesan hatine kirin û di encamê de testa 17 hezar û 426 kesan pozîtîf derketiye, 90 kes pê mirine.
23 Adar 2022
Mêrê ku “bûye sedema mirina” Edanûr Kaplanê tehliye bûye
Heyeta dadgehê bi piraniya dengan bersûc Yûsûf G.yê ku tecawiz li Edanûr Kaplanê kiribû û piştre bûbû sedem ku xwe bikuje tehliye kiriye. Yûsûf G. û Mehmet A. bi heman sûcî dihatin darizandin.
22 Adar 2022
Dadgeha Destûrî, serlêdana Semra Guzela HDPyî qebûl nekiriye
Semra Guzela HDPyî ji bo biryara betalkiirina parlamenteriya xwe ya Parlamentoyê dabû betal bike, serî li Dadeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê daxwaza Guzelê ne pejirandiye.
22 Adar 2022
Dadgehê daxwaza girtina polîsê ku Kemal Kûrkûtî kuştiye qebûl nekiriye
Dadgehê di doza kuştina Kemal Kûrkûtî de daxwaza girtinê polîsê gumanbar qebûl nekiriye.
22 Adar 2022
Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê diyar bûye
Di Festîvala Fîlman a Stenbolê ya 41an de wê ji sînemaya cîhanê fîlm werin nîşandan, bi beşdariya derhêner û lîstikvanan civîn pêk werin. Di festîvalê de 5 fîlmên derhenerên kurd jî hene.
22 Adar 2022
Bahçelî: Polîsên Tirk wezîfeya xwe kirine
Devlet Bahçelî, Serokê MHPê di komcivîna partiya xwe de axiviye û TTB û Weqfa Fûrkan kirine hedef.
22 Adar 2022
Îlyas Salman bi îdiaya ku “Gelê Tirk biçûk xistiye” hatiye dadgehkirin
Ji ber gotinên wî yên tê de rexne li Serokomar Erdoganî kiribû, Salman bi îdiaya ku “Bi awayekî aşkere gelê Tirk biçûk xistiye” hatiye dadgehkirin.
22 Adar 2022
“Em dixwazin sînemahezên kurd ên li Stenbolê bikaribin li fîlmên kurdî temaşe bikin”
Ji Mezopotamya Sînemayê Adar Taşê ji bo festîvalê got: "Em bi her awayî fîlman çêdikin, di nava qada sînemaya kurdî de dixwazin hin tiştan bikin. Lê sînemehez nikarin van fîlman temaşe bikin. Ji ber wê me xwest em festîvalê çêbikin."
22 Adar 2022
Ferid Demirel
Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatine desteserkirin
Li Newroza Amedê di encama êrişên polîsan de herî kêm 298 kes hatine desteserkirin.
22 Adar 2022
Li Newrozên Amed, Stenbol û Îzmîrê êrîşî rûmeta LGBTI+yan kirine
LGBTI+yan bi alên xwe yên keskesor û transan li Amed, Eskîşehîr, Stenbol û Îzmîrê Newroz pîroz kirin. Lê li qadên Newrozan dijmaniya çend mêran a li dijî LGBTI+yan gihîşte wê astê ku bi kêran gef li LGBTI+yan xwarine.
22 Adar 2022
Yıldız Tar
Duh 14 hezar û 933 kes bi Covid-19ê ketine, 80 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 281 hezar û 242 kesan hatine kirin û di encamê de testa 14 hezar û 933 kesan pozîtîf derketiye, 80 kes pê mirine.
22 Adar 2022
Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo Newrozê kom bûn
Li Amedê xalên kontrolê yên polîsan jî rê li ber beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê negirt. Li kolan û sikakên bajêr jî bi hezaran mirovên nikarîbûn bikevin nava qadê, Newroz pîroz kirin.
21 Adar 2022
Umut Ali Adalı
Girtiyê bi navê Sînan Kaya bi awayekî biguman miriye
Li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa Syê girtiyê binavê Sînan Kaya ku 28 saliye bi awayekî biguman miriye.
21 Adar 2022
Heyeta dadgehê Osman Kavala dîsa tehliye nekir
Çav li rê bû ku îro heyeta dadgehê biryarê bide lê parêzer û mafparêzan daxwaz kir ku ji bo paraznameyên xwe yên li dijî nêrîna esasî ya dozgerî pêşkêş bikin, dadgehkirin taloq bibe. Dadgehkirin wê di 22yê Nîsanê de dewam bike.
21 Adar 2022
Hikmet Adal
Zelenskiyî ji bo diyalogê bang li Pûtînî kiriye
Serokdewletê Ûkraynayê, Zelenskiyî gotiye ku zû yan dereng ew ê bi Pûtînî re ji bo diyalogê werin hav û ger gûftugo bi ser nekeve wê ev were wateya Şerê Sêyem ê cîhanê.
21 Adar 2022
Stenbol ber bi Yenikapiyê ve herikî: Bijî Newroz
Digel sermayeke zêde, nêzîkî nîv milyon mirov bi cil û bergên xwe yên netewî qada Newrozê tijî kirin. Li qadê sloganên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" berz bûn.
21 Adar 2022
Ferid Demirel
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Ji Chomsky peyama Newrozê: Berxwedan û serkeftina gelê Kurd ji bo me dersek e
Noam Chomsky, fîlozofê navdar ê Amerîkî peyameke bi vîdyo ji bo Newroza Wanê şandiye û gotiye, “Têkoşîna gelê Kurd feyzê dide.
21 Adar 2022
Duh 13 hezar û 81 kes bi Covid-19ê ketine, 85 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 262 hezar û 116 kesan hatine kirin û di encamê de testa 13 hezar û 81 kesan pozîtîf derketiye, 85 kes pê mirine.
21 Adar 2022
RSFyê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî giliyê Rûsyayê kiriye
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas(RSF) diyar kiriye ku rojnameger di demên şerî de ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve tên parastin û li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî giliyê Rûsyayê kiriye.
18 Adar 2022
"Êdî mafên girtiyên siyasî binpê nekin"
Şaxa Stenbolê ya ÎHDyê wê nameyan ji Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re bişîne: "Ji mafên jiyan û tenduristiyê destpê bikin mafên bingehîn ên girtiyan biparêzin."
18 Adar 2022
Xelatgirên xelatên Rûmet û Serkeftinê yên Uçan Süpürgeyê diyar bûne
Xelat wê id 26ê Gulanê de bi merasîmekê li xelatgiran werin belavkirin. Festîval bi armanca ku keda jinan di sînemayê de berbiçav bike û piştgiriyê bide sînemagerên jin ên nifşê nû xelatan dide.
18 Adar 2022
Lîstikvan Mark Ruffalo û John Cusack piştgirî dane Nûdem Dûrakê
Lîstikvan Mark Ruffalo û John Cusack piştgirî dane Nûdem Dûrakê ku ji ber gotinên di stranên wê yên kurdî de 19 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
18 Adar 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
TTB: Bi tohmetên dijhiqûqî nikarin ziyanê bidin me
Serokatiya beşa Dijterorê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê giliyê Şebnem Korûr Fincanciyê kiriye. TTByê bersiva vê hewldanê daye û gotiye: "Armanc ew e ku Yekîtiya Bijîşkên Tirkan di çavê civakê de lawaz nîşan bidin."
18 Adar 2022
Li Ûkraynayê herî kêm 780 sivîl mirine û ji 3 mîlyonî zêdetir kes jî bûne penaber
Neteweyên Yekbûyî(NY) ragihandiye ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de li Ûkraynayê 780 sivîl mirine, 1252 sivîl birîndar bûne û piştî êrişan 3 mîlyon û 169 hezar û 897 kes bûne penaber û derbasî welatên cîran bûne.
18 Adar 2022
Li Şengalê ji 2014ê û vir ve 81 gorên komî ên Êzidiyan hatine dîtin
Alîkarê Wezîrê Karûbarê Enfalkiriyan û Şehîdan ê Herêma Kurdistanê Berevan Hemdiyî gotiye ku li herêma Şengalê heta niha 81 gorên komî yên êzidiyan hatine derxistin û wiha amaje pê kiriye: "Li gorî zanyarî û dokumanên li ber destên me, ev komkujî ye."
18 Adar 2022
Duh 21 hezar û 354 kes bi Covid-19ê ketine, 101 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 319 hezar û 260 kesan hatine kirin û di encamê de testa 21 hezar û 354 kesan pozîtîf derketiye, 101 kes pê mirine.
18 Adar 2022
Ji bo 23 jinên ku li Amedê hatibûn desteserkirin bertek hatiye nîşandan
Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn têkildarî 23 jinên ku bi serdegirtina malan hatibûn desteserkirin weha gotiye:"Em bang li AKPê dikin. Dev ji tundiya li ser jinan berde. Tundiya dewletê tundiya li malê zêde dike."
17 Adar 2022
“Em bang li wicdanê we dikin, beriya bimre tehliye bikin”
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê ku ji ber nikaribû bimeşiya neçûye odeya SEGBISê careke din tehliye nekirine.
17 Adar 2022
1
...
136
137
138
139
140
...
147
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver