Serdozgeriya Komarî ya Êlihê di çarçoveya lêpirsîna ku daye destpêkirin de derbarê 20 jinan de biryara desteserkirinê daye. Lêpirsîn bi iddiaya “endamtiya rêxistin” hatiye destpêkirin.
Tevî biryarê polîsan li navend û gelek navçeyên Êlihê bi ser malan de girtine û gelek siyasetmedar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin desteser kiribûn.
Bixwîne- Li Êlihê 15 jin hatine desteserkirin
Di çarçoveya heman lêpirsînê de duh jî li Amed û Îdirê jin hatine desteserkirin. Aktivîstên TJAyê Hacîre Tanirgan û Leyla Bayram li Amedê, jineke ku navê wê nehatiye zanîn jî li Îdirê hate desteserkirin. Her sê jin birine Miduriyeta Polîsan a Êlihê.
Hejmara jinên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin desteserkirin derketiye 18an.
Navên jinên ku li Miduriyeta Polîsan a Êlihê tên ragirtin wiha ne:
"Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnûr Delî, Zeynep Odûncû, Rûken Zeryam Işik, Şukran Çelebî, Nûran Altan û hunermenda Kurd Sevda Adirbelî.”(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezpotamyayê