Dadgehê îdianameya derbarê DIAYDERê de qebûl kiriye.
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, îdinameya ku ji bo DIAYDERê hatiye amadekirin, qebûl kiriye. Wezîrê Karûbarên Hundir, Suleyman Soylûyî gotibû ji ber vê îdianameyê wan "pişkînana taybet" ji bo xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daye destpêkirin.