Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê di Merasîma Broveyê ya Ajokarên Trenan yên Serdema 24an de axivî ye. Metro İstanbula Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ev merasîm li dar xistiye û li Navenda Çandê ya Cem Karacayî bi rê ve çûye.
Îmamoglûyî destnîşan kiriye ku li Stenbolê jiyan 24 saetan berdewam dike û wiha gotiye:
“Em dizanin ku ev bajar gelekî çalak e. Her xaleke bajêr ji ya din cidatir e. Salên dirêj e tê nîqaşkirin. Em ê 30ê Tebaxê saet ji 00.00ê û pê de bikin ku bi taybet xetên metroyê û hin xetên basan 24 saetan bixebitin.”
Îmamoglûyî gotiye ku çar makinîstên dest bi wezîfeyê kirine jin in û ew ê li her karî kotayê deynin û jinan “tevlî nava jiyanê bikin” da ku jiyanê hêsantir bikin.
Îmamoglûyî wiha berdewam kiriye:
“Ji niha û pê de daxwaza min a taybet û fermana min e ku di her qada karî ya guncav de hejmareke zêde jinan bidin xebitandin. Ez gelekî girîngiyê didim ku jin karibin bixebitin. Li gorî baweriya min ev her çar hevalên min ên jin biqasî hevalên min ên mêr jêhatî û jîr in. Lewre divê fersendê bidin wan.” (EMK/FD)